HDP, BDP û KNK dê beşdarî merasîma cenazeyê Mandela bibin
HDP, BDP û KNK dê beşdarî merasîma cenazeyê Mandela bibin
HDP, BDP û KNK dê beşdarî merasîma cenazeyê Mandela bibin
Heyetek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî dê beşdarî merasîma cenazeyê lîderê efsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela bibe.
Efrîka Başûr xwe ji bo yek ji merasîma herî mezin a cenaze ya cîhanê amade dike. Hat hînbûn ku tevî Hevserokê HDP'ê Kurkçu û Serokê KNK'ê Kemal Tahîrzade dê heyetek beşdarî merasîma cenaze bibe.
Di merasîma cenazeyê Mandela de ku dê roja Yekşemê li gundê lê ji dayik bûye Qûnû bê veşartin, dê lîderên mîna Serokê DYA Barack Obama, Serokwezîrê Kanada Stephen Joseph Harper, Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron amade bin.
Serokdewletê Efrîka Başûr Jacob Zûma ragihand ku dê ji bo Mandela di 10'ê Kanûnê de li Stadyûma Johannesbûrgê merasîmeke bîranînê were lidarxistin û heta 15'ê Kanûnê roja Yekşemê jî dê cenaze li katafalka ya li avahiya hikûmetê ya li Pretorîayê were bicihkirin.
Zûma diyar kir ku cenazeyê Mandela wê di navbera 11-13'ê Kanûnê de li Avahiya Yekitiyê ya Qesra Serokdewletiyê were ragirtin û li hemû eyaletan di heman demê de merasîmên bîranînê yên fermî bên organîzekirin.
DÊ PEYAMA OCALAN WERE RAGIHANDIN
Di merasîma cenazeyê lîderê berxwedana li dijî rejîma Apartheîdê Mandela ya 10 rojan de, wê Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Serokê KNK'ê Kemal Tahirzade û ji Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan - Aştî ji Kurdistanê re ya Navneteweyî Havîn Guneşer amade bin.
Her wiha hat hînbûn ku peyama sersaxiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina duh a bi heyeta BDP-HDP'ê re ragihand, pêşkêşî hikûmeta Efrîka Başûr bê kirin.
Ocalan diyar kir ku ew ji ber wefata Mandela gelekî xemgîn e û wiha gotibû: "Bi Mandela re têkiliya me ya ji dil heye. Hestiyarî û dilsoziya wî ya ji bo gelê Kurd di nava dilê me de rê li ber hurmet û dilsoziya pê re vekiriye. Mandela stêrkek şewq dida ku gelên Efrîkayê ronî dikir. Emê jî şewqa wê stêrkê bînîn nava gelên Rojhilata Navîn."