HDP: Deriyê me ji her kesî re vekiriye

HDP: Deriyê me ji her kesî re vekiriye

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wanê Esen Gunay û Harûn Okay diyar kir ku weke partî wan li Wanê bi gelek derdoran re têkilî danîne û gotin, "HDP partiya her kesî ye. Lewma deriyên me vekirî ne. Kî bixwaze dikare bê vê derê û siyasetê bike."

Partiya Demokratîk a Gel (HDP) ku beriya 6 mehan li Wanê dest bi xebatên xwe kir, li navendê xebatên xwe yên rêxistinbûyînê temam kir û niha li navçe û bajarokan xebatên xwe yên rêxistinbûyînê dimeşîne, dê bi hilbijartinên sala 2014'an de li gel Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) tifaqê bike û beşdar bibe. Dê li rojavayê Tirkiyê bi navê HPD û li Kurdistanê jî bi BDP beşdarî li hilbijartinên herêmî bê kirin û encama vê tifaqê ya hilbijartinê tê meraqkirin.

Der barê mijarê de Hevserokên HDP'ê yên Wanê Esen Gunay û Harûn Okay nêrînên xwe anîn ziman û di wê baweriyê de ne ku dê ev tifaq rê li ber encamên erênî veke. Gunay û Okay pirsên me wiha bersivandin:

HPG di nava 6 mehên bihurî de ji partiyên din ên siyasî cudatir çi kar kir?

Harûn Okay: Me bi kes û derdorên partiyên sîstemê ew li derve hiştine re têkilî danîn û mîna ew dibêjin em bûn deriyek ji wan re. Weke HDP me çand, ol û daxwaziyên cuda yên zayendî anîn gel hev. Wan bajarekî xwedî binayetiyeke kozmopolît û rengên cihê ye. Me Acem, Laz, Kuresinî, Kirgiz, Bûlgar, Ermenî, Tirkmen û Kurd anîn gel hev. Rewşa sereke ya me ji partiyên din cuda dike jî ev e. Me komîsyonek baweriyan ava kirin. Emê vê berfireh bikin. Em hewl didin xwe bigihînin Xiristiyan, Misliman û mirovên ji olên cuda. Yanî deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Di wê baweriyê de me ku emê li Wanê vê misyona xwe bi awayekî serketî bicih bînin.

Hin derdor dibêjin HDP û BDP yek in. Dibêjin, ji xwe BDP heye çi pêwistî bi HDP'ê heye. Hûn vê çawa dinirxînin?

Esen Gunay : Ji HDP'ê girîngtir HDK heye. BDP rêxistinbûyîneke Kurdistanî ye. HDK jî, girseyên berfireh yanî tevahiya Tirkiyê di bin sîwanê xwe de vedihewîne. Em partiya kesên rastî tundiyê hatine, yên mafên wan hatine talankirin û mirovên bindest in. BDP jî yek ji pêkhateyên HDK'ê ye. Em dixwazin BDP bibe partiya Tirkiyê. Gelek nuqteyên me yên hevpar hene. Helwesta tevgereke Çep-Sosyalîst a di vê mijarê de, alîgiriya her kesên li neheqiyê rast hatiye ye. Kurd li vî welatî rastî gelek neheqiyan hatin. Ji ber vê yekê, di çarçoveya misyona xwe de em li gel Kurdan e.

Gelê Wanê bi çi rengî HDP pêşwazî kir?

Harûn Okay : Gelê Wanê hêdî hêdî HDP'ê nas dike. HDP xwe li Wanê bi gel dide naskirin. Niha li navçeyan xebatên me yên rêxistinbûyînê hene. Me dest bi rêxistinbûyîna li 5 navçe û 4 bajarokan kirin. Me rêxistinbûyîna xwe ya li navenda Wanê temam kirin. Gel bi awayekî erênî li me dinêre. Em bi her kesî re hevdîtinê dikin. Partiya li Wanê xwedî bandor e, BDP ye. Dikarim bêjim ku HDP'e coşeke mezin da gelê Wanê.

Li pêş me hilbijartinên herêmî hene. Niha BDP û HDP de tifaqê bikin. Gelo ev yek wê bandoreke çawa li sindoqê bike?

Esen Gunay : Navenda me ya giştî, stratejiya xwe ya hilbijartinê diyar kir. Li gorî vê yekê dê li rojava HDP û li Kurdistanê jî BDP beşdarî hilbijartinan bibe. Weke HDP û BDP, li her cihê em tev li hilbijartinan dibin, em bi biryarin ku şaredariyan bi dest bixin. Bi Şaredariyên em bi dest bixin re dê gel xwe bi xwe rêve bibe. Têgihiştina me, rêxistinbûyîna ji jêrê ve ye. Emê rêveberiyeke ji jêrê ve ava bikin. Emê bi têgihiştineke ku ji têkiliyên berjewendiyan dûr, ji aliyê gel ve tê kontrolkirin û biryarên xwe bi gel re dide, tevbigerin û ev tifaq dê bandoreke erênî li hilbijartinan bike.