Di dîroka mirovahiyê yek ji nexweşiyên herî kujer AIDS e. Lê êdî ew jî dibe yek ji nexweşiyên ku mirov dikare pêşî lê bigire. Rêveberiya Xûrek û Dermanan a DYA’yê (FDA) dermanek ku dikare rojane vegirtina nexweşiya HIV’ê asteng bike, erê kir.
Ji ber bihayê giran dermanê bi navê Truvadayê û tenê li welatên pêşketî tên karanîn, hêviya saziyên tenduristiyê ya welatên Efrîkayê şkestibûn. Lê hilberênera vî dermanî Gilead Sciences ragihand ku ew ê vî dermanî pêşkêşê karhênerên li welatên Efrîkayê bikin û li hemberî vê jî dê salane 100 dolar werbigirin.
Tê diyarkirin ku ev dermana bi navê Truvada dê li Efrîkayê jiyana bi milyonan mirovan rizgar bike.
Lê belê bandorên nerênî yên vî dermanî jî hene. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Weqfa Tenduristiyê ya AIDS’ê ve hat dayîn, dibe ev derman bibe sedema nexweşiyên gûrçîskan.
Dîsa, divê ev derman bi tu awayî ji aliyê nexweşên bi HIV’ê ketine ve neyên karanîn.