‘Hedefa DAIŞ ne şerîet, destkeftiyên Kurdan e’

‘Hedefa DAIŞ ne şerîet, destkeftiyên Kurdan e’

Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl ên li Şirnexê hatin gel hev êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar kirin û gotin ku armanca van çeteyan ne Îslamiyet û şerîet detkeftiyên gelê Kurd in.

Li Şirnexê di nav wan de Baroya Şirnexê, Odeya Bazirganî û Sanayiyê, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkaran a Şirnexê, Rêxistinên civakên Sivîl ên li Şirnex û navçeyên wê ji bo bale bikişînin ser pirsgirêkên penaberên ji Kobanê hatine Tirkiyeyê û êrîşên çeteyên DAIŞ li Qada Komarê ya Şirnexê daxuyaniyekE çapemeniyê dan.

Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî daxuyanî da, got ku armanca rêxistina terorê ya DAIŞ destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava û Iraqê ne.

Elçî got ku armanca çeteyên DAIŞ ne Îslamiyet, şerîet an jî azadî ye, destkeftiyên gelê Kurd in û wiha dewam kir: “Ev koma hov a ne girêdayî ti nirxên gerdûnî ye, bi komkujiyên li Şengalê bi dehhezaran mirov neçarî koçberiyê kirin. Niha jî bi hemû hêza xwe êrîşî herêma Kobanê dike. Ji ber van êrîşan jî bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran jî neçar mane warê xwe terk bikin. Li dijî van êrîşên hovane piştgirî dayîna gelê Kobanê bi qasî ku berpirsiyartiyeke însanî ye, parastina gelê Kurd ê sivîl ê li Kobanê berpirsiyartiya hiqûqî û exlaqî ya civaka navneteweyî û dewletan e.