Hejarî çarenûsa gelên xwecih e

Hejarî çarenûsa gelên xwecih e

Her çendî gelên xwecih ji sedî 5’ê şêniya cîhanê pêk bînin, lê ji sedî 15’yê hejarên cîhanê gelên xwecih in. Di rapora ji aliyê Bankaya Cîhanê ve hat weşandin de hat gotin ku gelên xwecih di warê aborî û civakî de têne marjînalîzekirin.

Di rapora bi sernavê “Gelên Xwecih, Hejarê û Geşedan” a ji aliyê Bankaya Cîhanê ve hat weşandin de hat diyarkirin ku gelên xwecih herî zêde Çîn (ji sedî 36) û Başûrê Asya (ji sedî 10) dijîn.

Di raporê de hat diyarkirin ku dahata nêzî 900 milyon mirovan a rojnane ji 1,25 dolarî kêmtir e û ji vana jî 130 milyon endamên gelên xwecih in.

Di raporê de hat destnîşankirin ku gelên xwecih di warê aborî, civakî û pratîkî de têne marjînalîzekirin û ji ber wê jî herî zêde hejarî di nava gelên xwecih de heye.

Şêniya gelên xwecih nêzî 350 milyonan e, lê bi hejariyê re rû bi rû ne, bi pereyeke pir kêm dixebitin.

Berpirsê Bankaya Cîhanê yê Efrîkayê Shantayanan Devarajan di daxuyaniyda da de ragihand ku diyar kir ku gelên herêmî ji pirsgirêkên aborî zêdetir, bi pirsgirêkên polîtîk re rû bi rûne û destnîşan kir ku li Efrîkyaa Başûr di dema rejîma Apartheid de hejariya di nava cikava reşikan de zêdetir bû.

Ji ber wê jî pirsgirêka gelên xwecih pirsgirêkek pir zor e. Hema bêje li tu deverên cîhanê gelên xwe cih li ser axa xwe ne desthilat in. Ger mafê xwe yê desthilatiya li ser axa xwe bi dest bixin, dê êdî bikarin li hemberî pêkanînên berê hatine serê wan doz vebikin û tazmînatê werbigirin.

Li gorî rapora ji aliyê NY'yê ve hat aşkerekirin gelên xwecih li gorî gelên din ên heman welatî pir hejartir in. Her çendî gelên xwecih ji sedî 5’ê şêniya cîhanê pêk bînin, lê ji sedî 15’yê hejarên cîhanê gelên xwecih in.

Gelên xwecih ji ber ku li çoltar û bejahiyan dijîn ji xizmetên civakî bê par dimînin û her wiha, bi taybet jin, zarok, ji mafên tendurîstî û perwerdehiyê j îdibin.

Mînak li Awisturalyayê gelê Aborjîn heye, di nava vî gelê de nexweşiya şekir 6 qatê civatên din e. li Kanedayê jî rêjeya xwekuştinê ya di nava gelê Inuit de 11 qat zêdetir e.