Hejmara çeteyên di şerê li Helebê de mirin gihaşt 45'an

Hejmara çeteyên di şerê li Helebê de mirin gihaşt 45'an

Li Helebê di encama berxwedana hêzên YPG û Eniya El Ekrad de, hejmara çeteyên hatin kuştin derket 45'an. Hat ragihandin ku 12 endamên komên çete jî dîl ketine destê hêzên YPG'ê.

Êrîşên Komên çete yên girêdayî Xalid Heyanî, Lîwa Ensar El-Îslam, Lîwa Şuhedaî Sûriya, Lîwa Yûsif El-Ezma, Lîwai Elrebî El-Erebî (Buhara Ereban) û çeteyên girêdayî partiya Azadî ya Mistefa Cuma yên li ser taxên kurdan li Helebê hîn didomin. Êrîşkar di êrîşan de çekên giran û tangan bikar tînin. Hate hînbûn ku tabûra Diri El-Cebel a girêdayî Gurebai El-Şam jî tevlî êrîşan bûye. Êrîşkaran bi tang û topan taxên kurdan topbaran dikin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê û Eniya El(Eniya Kurdan) de ku li herêma Şêxmeqsûd Şerqî, Şiqêf, Kolana 20, Kolana 15 û Seken Şebabî de ji duh ve 10 çekdar hatine kuştin û 2 dîl ketine destê hêzên YPG’ê de. Hate hîn bûn ku hejmara kuştiyên êrîşkaran ji roja 5’ê Îlonê ve derkete 45’an û 12 kes jî hatine girtine. Di şerên 4 rojin didome bi dehan endamên koman jî birîndar bûne. 

Li aliyê din, di encama topbarana komên çekdar de duh di saetên êvarê de welatiyê bi navê Reşîd Dawid (38) jiyana xwe ji dest da û 2 welatî birîndar bûne.
Di pevçûnên rojên berê de jî hêzên YPG’ê 2 wesayîtên doçka li ser rûxandin û 4 wesayît hatin şewitandin.