Hejmara çeteyên li gundê Sûsikê hatin kuştin derket 81'an

Hejmara çeteyên li gundê Sûsikê hatin kuştin derket 81'an

Hejmara çeteyên di çalakiya rizgarkirina gundê Sûsik de hatin kuştin derkete 81’an. Li gora çavkaniyên Girê Spî  di navbera tabûrên komên çekdar ên bajêr de nakokî derketiye. Li aliyê din jî hate hînbûn ku duh ji Tirkiyê jibo komên çekdar cebilxane hatiye. 

Li gorî agahiyên ku ji xebatkarên nexweşxaneya Girê Spî (Til Ebyad) hatine bidestxistin hejmara çeteyên pêr di çalakiya hêzên YPG’ê ya li gundê Sûsik de hatine kuştin derkete 81’an. Heman çavkanî destnîşan kir ku niha 27 cenazeyên endamên koman hîn di nexweşxaneyê dene. Çavkanî diyar kirin ku zêdeyî 40 birîndarên komên çekdar rakirine nexweşxaneyên Bakurê Kuridstanê û diyar bû ye ku rewşa gelek ji wan xetere. Çavkaniyên herêmî li Girê Spî ragihandin ku piştî çalakiya di encamê de YPG’ê gundê Sûsik bi temamî ji komên çekdar rizgar, di navbera endamên komên çekdar de pevçûn derketine û hin endamên tabûran biryar dane xwe bi aliyê Reqayê de vekişînin.

NAKOKIYÊN NAVBERA KOMÊN ÇETEYAN ZÊDE DIBIN

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxisti, di navbera endamên tabûrên Artêşa Azad û endamên Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam/Eniya El-Nusra de ji ber ku têkçûna di şerê li dijî YPG’ê de, nakokî derketine. Hate gotin ku endamên Artêşa Azad ji fermandarên  Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam/Eniya El-Nusra re gotine ku ew xistine nava şerekî xetere û di encamê de gelek endamên wan hatine kuştin. 

CEBILXANE JI TIRKIYÊ TÊ

Li aliyeke din hate gotin ku piştî çalakiya gundê Sûsik, Tirkiyê alîkarî ji komên çete re şandiye. Hate hînbûn ku hejmarek zêde cebilxane 2 topên dûravêj duh ji deriyê Kaniya Xezalan (Akçakale) derbasî Girê Spî bûye. 

Hate zanîn piştî komên çekdar cebilxane û topên dûravêj ji dewleta Tirk girtine, şevê din gundê Sûsik topbaran kirin. 

Der barê çalakiya li gundê Sûsikê de Navenda Ragihandinê ya YPG'ê duh daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku hêzên YPG'ê di çarçoveya operasyona tolhildanê ya "Şehîd Dilovan û Şehîdên Heleb û Reqayê" de li hemberî biryargeha komên çekdar a li gundê Susik ê li Rojhilatî Kobanê çalakiyek pêk aniye. 

Hate gotin ku di encama çalakiyê de gund bi temamî hatiye rizgarkirin û 60 endamên komên çekdar hatine kuştin, 2 dîl ketine destê YPG'ê. Her wiha doçkayek 23, doçkayek 12.5, 35 kelaşnîkof, 3 bûrno, 3 ARBK, apîciyek, demanceyek, 6 wesayît û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Gundê Sûsik 8 kîlometre li rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) ye. Gund weke navendekê ji aliyê komên çekdar ve dihat bikaranîn.