Hejmara çeteyên li Helebê hatin kuştin derket 60 kesan
Hejmara çeteyên li Helebê hatin kuştin derket 60 kesan
Hejmara çeteyên li Helebê hatin kuştin derket 60 kesan
Hate ragihandin ku komên çete yên li Helebê êrîşî taxên kurdan dikin, di şer û pevçûnên 6 rojan de windahiyên mezin dane. Li gorî agahiyan, di 6 rojan de 60 endamên çeteyan hatine kuştin, zêdetirî 70'yan birîndar bûne û 12 jî dîl hatine girtin.
Li Helebê şer û pevçûnên ku bi êrîşên komên çete yên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsud û Eşrefiye re destpê kirin, hîn didomin. Di pevçûnên ku di 6'ê Îlonê de di navbera hêzên YPG/Eniya El-Ekrad û komên çete de destpê kirin de, êrîşkar windahiyên mezin didin.
Çavkaniyên herêmê komên bi navê Selaheddîn, Liwa Şuheda Bedir, Liwa El Rebî El-Erebî û hinek çeteyên girêdayî Partiya Azadî ya wekî ketîba Azadî, Lîwa Ensar El Îslam, Lîwa Şuheda El Suriye, Hereket Ehrar El Şam, El Komele, Lîwa Mehemed El Fatih tevlî êrîşan dibin. Tê gotin ku ev kom hemû piştgiriyê ji Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê digirin, lê piştî ku windahiyên mezin dan û nekarîn pêş bikevin ji komên din alikariyê dixwazin.
Li gorî agahiyan di şer û pevçûnên ku 6 rojin dom dikin de bi giştî 60 endamên komên çete hatin kuştin û zêdetirî 70'yan birîndar bûn. Her wiha 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin, 7 wesayîtên leşkerî û vîncek hatin şewitandin, 5 wesayît jî hatin desteserkirin û 12 endamên çeteyan dîl hatin girtin.
ÊRÎŞÎ SIVÎLAN KIRIN
Komên çete ku nekarîn pêş bikevin, bi topên hawanan û çekên giran êrîşî taxên kurdan jî kirin. Di van êrîşan de 11 welatiyan jiyana xwe ji dest da û ziyana madî pêk hat. Navên welatiyên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Mistefa Birahîm Xelîl ê 50 salî û ji gundê Kokana ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê, Edîb Betal Mehemed ê 45 salî yê ji gundê Dêr Soran a girêdayî Ezazê, Zuhêr Seydo yê 46 salî û ji gundê Qestel Cendo yê Efrînê, Mehemed Mistefa Silêman ê 43 salî û ji gundê Hecî Xelîl ê Efrînê, Mehemed Zekeriya yê 46 salî û ji gundê Meerre El Ertîq ê Helebê, Mehemed Seydo Hisên ê 45 salî û ji gundê Ebîn ê Efrînê, Mistefa Reşît Dawid ê 38 salî û ji navçeya Bilbila Efrînê, Ebid Hesen Ubeyd ê 67 salî û ji gundê Berkê yê Efrînê, Ebdurrehman Îlyas ê 25 salî û ji gundê Feqîra yê Efrînê ku di heman demê de endamê Komeleya Êzidîyan û endamê Meclîsa Gel e, kesekî 60 salî ku li nava taxê bi navê Ebû Xaco tê nasîn û bi eslê xwe Ermenî ye û ew jî endamê Meclîsa Gel a Eşrefiyê ye.
Her wiha piraniya wan zarokên temenê wan di navbera 8 û 15 saliyê de ye 34 welatî jî birîndar bûn.
Komên çete yên ku nekarîn bikevin taxên kurdan, li ser rê û taxên din ên bajêr bi dehan sivîlên kurd revandin. Hate gotin ku li taxên Bîstanbaşa, Beêdîn û Heyderiyê yên di bin kontrola Artêşa Azad de gelek welatiyên kurd revandin.
Li aliyê din hate gotin ku rejîma Baas jî rêyên diçin taxên kurdan girtine û bi vî rengî piştgirî daye komên çete.