Hejmara kesên ji Eboleyê mirin 3 hezar derbas kir

Hejmara kesên ji Eboleyê mirin 3 hezar derbas kir

Vîrûsa Ebola ya welatên Rojavayê Afrîka kir bin bandora hê jî dibe sedema mirinan. Ji ber vîrûsa ku hîn tu tedawiyek jêre nehatiye peydakirin piraniya wan li Lîberya 3 hezar û 91 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat weşandin, li Lîberya, Sîerra Leone û Gîne ku vîrûs belav bû heta niha 6 hezar û 574 kes pê ketine. Ji wan kesan 3 hezar û 91 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber vîrûsa Ebola herî zêde li Lîberya ku mirovan jiyana xwe ji dest daye hat ragihandin ku heta nija hezar û 830 kesan jiyana xwe ji dest daye. Piştî wê jî Gîne û Sîerra Leone tê.