Li gorî salên borî, di sala 2011 de hejmara penaberên Tirkiyeyî yên bûn hemwelatiyên Almanayayê zêde bûne. Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Îstatîstîkê ya Alman ve hatin aşkerekirin, di sala 2011 de hejmara kesên ji hemwelatiya Tirkiyeyê derketin 28 hezar e.
Her çendî şert û mercên bûyîna welatiyên Almanyayê ên weke zanîna zimanê Almanî, kursên entegrasyonê û xebata neçarî zor bûne jî, lê dîsa hejmara penaberên Tirkiyeyî yên ku pasaporta Almanyayê wergirtin zêde bûn. Di sala 2011 de 106.900 penaber bûn hemwelatiyên Almayayê û welatiyên Tirkiyeyî jî di rêza yekemîn de ne.
Hat ragihandin ku hejmara penaberên ji welatiya Tirkiyeyê derketin û bûn welatiyên Almanyayê ji sedî 7 zêde bû gihişt 28 hezarî.