Hejmara penaberên Suriye bo Swêdê du qat zêde bû

Hejmara penaberên Suriye bo Swêdê du qat zêde bû

Di çend mehên dawî de hejmara kesên penahiyê Swêdê du qat zêde bûn. Di hefteyê de bi gitşî 200 Suriyeyê daxwaza penahiyê dikin. Li bendê ye ku ev hejmar di rojên pêş de zêde bibe. Rayedarên Daîreya penaberan diyar kir ku ew texmîn dikin ku îsal dê 6 hezar Suriyeyê daxwaza penahiyê bikin û ev hejmar dê sala pêş de bibe 11 hezar.

Îsal dihat texmînkirin ku dê daxwaza penahiyê 38 hezar be. Lê niha ji derveyê texmînan 7 hezar kesî daxwaza penahiyê kiriye. Daîreya Penaberan ku amadekariya wan têra nakin, di warê starbûna pernaber û eleqederbûna wan de pirsgirêkan dijîn.

Piraniya serlêdana penaberiyê ji Suriye, Efxanîstan û Somaliyê tê. Berê di hefteyê de 500 kesî daxwaza penahiyê dikir. Ev hejmar bû hezar. Daîreya Penberan a Swêdê rewşa kesên ji Efxanîstan û Somaliyê dihatin yek bi yek dinirxand û biryar dida. Yên ji Suriyeyê jî dihatin ji bo hemû îltîcayan 3 sal destûra runiştinê dida.

Li taxa Tumba ya Stockholmê ji bo penaberan bi awayekî derbasdar qonut hatin çêkirin. Ji beşeke penaberên ji Suriyeyê tên li vir tên bicihkirin. Di nava penaberan de ji kon bajarên Tikriyeyê jî tên. kesê bi navê Abdul ku penahiyê kiriye diyar kir ku ji ber pereyê wan têr nekiriye hevsera xwe ya ducanî li Tirkiyeyê hiştiye. Abdul dixwaze Daîreya Penaberan ji bo hevsera wî bê alîkariyê bide.

Li gorî rêxistina Penberan a Netewên Yekbûyî UNHCR’ê, 150 hezar kes ji Suriyeyê reviyane û li welatên cîran bi cih bûne. Lê di salên dwî de hejmara penaberên Suriyeyê ya ji bo welatên Ewropayê bi awayekî dîtbarî zêde dibe. Lê hin welatên Yekitiya Ewropayê ku şer gurr dikin naxwazin welatiyên Suriyeyê yên ku penahiyê dikin bigirin.

Wezîra Yekitiya Ewropayê yê Swêdê Cecîlîa Wîkstron diyar kir ku Almanya û Swêd herî zêde penaberên Suriyeyê digiere û destûra derbasbûyî ya runiştinê didê. Wîkstorn her wiha li hemberî welatên YE’yê yên deriyên xwe li Suriyeyiyan digire jî ne razî ye.