Hejmara qûrbaniyên Şêxmeqsud gihişt 7’an

Hejmara qûrbaniyên Şêxmeqsud gihişt 7’an

Hejmara welatiyên ku di topbarana îro ya li hemberî Taxa Şêxmeqsud Xerbî û Şerqî de jiyana xwe ji dest dane gihişt 7’an. Her wiha hejmara birîndaran jî derket 24’an. Pevçûn û topbaran jî didome.

Li Taxa Şêxmeqsud a Helebê di encama pevçûnên di navbera hêzên rejîma Baas û Artêşa Azad û topbaranê de hejmara mirî û birîndaran her ku diçe zêde dibe. Di pevçûnên ku ji serê sibehê destpê kir û hîn didomin de 2 ji wan zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 12 jî birîndar bibûn.

Hate ragihandin ku di topbaranan de welatiyên bi navê Mehmud Hecî Ehmed (25), Yesrib Cerka (22) û Mihemed Receb jî jiyana xwe ji dest dane û 12 kesên din jî birîndar bûne. Bi vî awayî hejmara kesên ku îro jiyana xwe ji dest dane gihişt 7’an û ya birîndaran jî gihişt 24’an.

Navên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ev in: Ranya Hemo ya 37 salî û ji gundê Terneda, Merwan Mihemed Ebdo ya 4 salî û ji gundê Keferdalî, Mihemed Cadir Nûrî yê 25 salî û ji gundê Girzîlê, Nûrî Cabir ê 9 mehî û ji gundê Girzîlê, Mehmud Hecî Ehmed (25), Yesrib Cerka (22) û Mihemed Receb.

Navên welatiyên birîndar bûne jî wiha ne: Lokman Salih (33) ê ji gundê Kotono, Mistefa Mihemed (31) ji gundê Keferşîlê, Mistefa Hemo (35) ê ji gundê Xaltan, Ehmed Mihemed Ebdo (8) ê ji gundê Keferdalî, Îmad Sêvxan (45) ê ji Kobanê, Ebdullah Mihemed Ebdo (7) ê ji gundê Keferdalî, Alan Çawiş (25), Şeban Şêx Hedîd (50) ê ji Bilbilê, Ayşa Ehmed (25) a ji gundê Kokono, Hîba Beklaro (8) a ji gundê Qermîlik, Îbrahîm El Cindî (17) ê ji gundê Mearet El Ertîq, Ehmet El Hesen (30) ê ji Kerem El Cebel, Mihemed Deyup Ebes (36) ê ji Kerem El Cebel, Welîd Rewas (6), Huda Rewas (salek û nîv), Xîtam Ettar (25), Mihemed Rewas (35), Husam Ebdulmetelî (36), Welîd Ebdullah (23), Mehemed Ebdulatîf Şêxo (53), Îbrahîm Mihemed Ebdulrehman (35), Mihemed Nurî Hecî Mustefa (57), Fewzî yê ku paşnavê wî nehat hînbûn.

DI 3 ROJAN DE 17 KES HATIN QETILKIRIN

Di 29’ê Adarê de, piştî ku hinek komên çekdar ketin Taxa Şêxmeqsud, di navbera çekdaran û alîgirên rejîmê de pevçûn derketibûn. Di van pevçûnên ku 2 rojan dom kiribû de hêzên rejîmê Şêxmeqsud topbaran kiribû. Di encama topbaranê de 4 ji wan zarok 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû, 60 kes jî birîndar bibûn. Bi topbarana îro re jî hejmara miriyan derket 17 kesan. Di navbera welatiyên jiyana xwe ji dest dane 6 zarok hene. Her wiha hejmara birîndaran jî gihişt 84’an