Hejmara şewatên li daristanên Merîwanê gihişt 237'an
Hejmara şewatên li daristanên Merîwanê gihişt 237'an
Hejmara şewatên li daristanên Merîwanê gihişt 237'an
Tevî ku di ser werza payizê re mehek derbasbûye jî hîna şewitandina daristan û mêrgên Merîwanê berdewame. Hêzên girêdayî rejîma Îranê heya niha xwezaya herêma Merîwanê 237 caran şewitandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, di hefteya bihurî de agir bi daristan û mêrgên gundên Esrawa, Biyekere, mêrgên derdora Merîwan û goristana Gulzay Şehîdên Merîwanê ketiye.
Li gorî ku xelkê herêmê jî radigihîne heya niha rejîmê ji bo pêşî girtina van şewatan ti hewildan ne kiriye. Şêniyên herêmê yên hewl didin bi derfetên xwe pêşî li belavbûna şewatê bigirin jî, rastî astengiya hêzên rejîmê tên.
Ji ber pêşî negirtina şewatê û kontrolnekirinê heya niha 237 caran daristan û mêrgên herêma Merîwanê şewitîne.