Hekîmên Tirkiyeyê meşiyan Sînorê Rojava
Hekîmên Tirkiyeyê meşiyan Sînorê Rojava
Hekîmên Tirkiyeyê meşiyan Sînorê Rojava
Yekîtîya Tabibên Tirkiye, Odeya Tabîban a Stenbolê û Odeya Tabîban a Guneydogu bi boneya şerê li Rojava pêk tê şermezar bikin û balê bikşînin ser pirsgirêkên sînor civîn pêk anîn. Doktorên ku tev li civînê bûn, piştî civînê meşiyan sînorê Rojava. Doktoran li ser sînor daxuyanî da û diyar kir ku ew wekî doktorên Tirkiyeyê dixwazin ji bo piştevaniya Rojava û alîkariya dermanan Tirkiye deriyê xwe yê sînor li Rojva veke.
Yekîtîya Tabibên Tirkiye, Odeya Tabîban a Stenbolê û Odeya Tabîban a Guneydogu bi boneya şerê li Rojava pêk tê şermezar bikin û balê bikşînin ser pirsgirêkên sînor û tenduristiya Gelê Rojava li Nisêbînê civîn pêk anîn. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Doktorên tev li civînê bûn, piştî civînê, heta sînorê Rojava meşiyan. Doktorên ku xwestin ji Navenda Çanda Mitannî heta deriyê sînorê Rojava bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Piştî niqaşa di navbera polîs û doktoran de, doktor dîsa heta Sînorê Rojava meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemehiyê. Di çalakiyê de gelek doktorên ji bajar û herêman hatin û Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî amade bû. Li ser navê doktoran Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê û Serokê Odeya Tabîban a Guneydogu Dr. Halis Yerlikaya daxuyanî da.
ŞER PIRSGIRÊKAN ZÊDE DIKIN
Yerlikaya, diyar kir ku şer hem xwezayê wêran dike û hem jî tenduristiya fîzikî, derûnî, civakî û siyasî xera dike û zerarê dide her tiştî. Yerlîkaya, destnîşan kir ku şer zerarê dide her tiştî û bi xwe re wêran dike û pirsgirêkan mezin dike. Yerkîkaya anî ziman ku şer kuştin, nexweşî, seqetiyan bi xwe re zêde dike.
Yerlîkaya, da zanîn ku şer bi destê mirovan pêk tên û mirov bi vî şerî bi destê xwe zerarê didin tenduristiya xwe û qada jiyana xwe. Yerlikaya, da zanîn ku ew li ser navê hekîmên Tirkiyeyê dîsa dubare dibêjin ew li hemberî vî şerî bêdeng namînin û naxwazin rêyên çareseriya demokratîk bên girtin. Yerlîkaya, destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî vê rastiyê sûcê mirovahiyê ye û nikarin li hemberî vî sûcê mirovahiyê bêdeng bimînin û dê bêdeng nemînin. Yerlîkaya, destnîşan kir ku ew dê rêbatên demokratîk pêk bînin û têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: "Em wekî xizmetkarên tenduristiyê di qada çawanî û hêjmarê de zahmetiyan dijîn. Tirkiye Sûrî û Herêma Federal a Kurdistanê, li ser Rojava ambargoya îlac û tenduristiyê pêk tîne. Em wekî hemîman divê vê yekê qebûl nekin. Em nikarin çavê xwe ji ambargoya tenduristiyê bigirin û em vê yekê wekî sûcê mirovahiyê dinirxînin. Em wekî hekîmên Tirkiyeyê dixwazin deriyê sînorê cîranê me vebe û ambaryoga derman û malzemeyên tibbî li ser gel rabe. Ev daxwazên me li ser navê mirovahiyê ye. Dîsa TTB û Odeyên Herêmê ya Tabîban li herêmê kampanya îlac û malzemeyên tibbî daye destpêkrin. Em dê alîkariya ku hatiye komkirin bi destê xwe teslîmî gelê Rojava bikin."