Helbestvanê kurd Cegerxwîn li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvanê kurd Cegerxwîn li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvanê kurd Cegerxwîn li Hesekê hate bibîranîn
Saziya Çand û Hunerê ya Hesekê helbestvanê Kurd ê bi nav û deng Cegerxwîn di 29'emîn salvegera koça wî ya dawî de bi semînerekê bi bîr anî.
Semîner li navenda Çand û Hunerê ya Hesekê bi beşdariya dehan helbestvan û welatiyan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Çand û Hunerê Ehmed Ereb li ser jiyana Cegerxwîn û rola wî ya di pêşxistina wêje û helbesta kurdî de axivî. Ereb, diyar kir ku Cegerxwîn di heman demê de ji bo civaka kurd jî gelek têkoşîn daye.
Helhestvanê Kud Cegerxwîn ku navê wî yê rastî Mele Şêxmûsê Hesen Mihemed Elî ye, di sala 1903'yan de li gundê Hesarê yê girêdayî bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê jidayîk bûye û di cenga cîhanê ya yekemîn de tevî birayê xwe koçî Rojavayê Kuridstanê kiriye. Cegerxwîn ku li bajarê Amûdê bicih bibû, di sala 1978'an de koçî Ewropa kir û di 22'ê cotmeha 1884'an li paytexta Siwêd Stokholmê jiyana xwe jidest da. Cegerxwîn gelek pirtûkên giranbuha li pey xwe hiştin û gelek helbestvanên Rojava di dibistana Cegerxwîn de fêrî nivîsandina helbestan bûne.