Helepçe dixwaze bibe bajar
Helepçe dixwaze bibe bajar
Helepçe dixwaze bibe bajar
Helepçe ku bi êrîşa kîmyewî û komkujiyan re bû birîna kûr a dîroka Kurdistanê, dixwaze bibe bajar.
Eşwaq Caf ê ji Lîsteya Yekitiyê ya Kurdistanê di Parlamenta Iraqê de cih digire anî ziman ku ji bo Helebçe bibe bajar, ew di nava hewldanan de ne. Caf diyar kir di çarçoveya xebat û amadekariyan de ewê navçe di 16'ê Adara 2014'an de bibe bajar.
Caf der barê mijarê de daxuyanî da Basnewsê û diyar kir ku dê mijar di civîna Desteya Wezîran a Iraqê ya roja Sêşemê de bê nirxandin. Caf da xuyakirin ku ji bo mijar beriya civîna Parlamentê ji aliyê her alî ve bê qebûlkirin, dê xebatên lobî were meşandin.
Caf axaftina xwe wiha dewam kir: "Beriya niha jî Ereban xwestibûn gelek navçe bibin bajar. Ji bo hejmara bajarên li Iraqê ku vê gavê 18 ye bibe 30, nîqaş dihatin meşandin. Niha, dibe ku em bi pirsgirêkek wiha re rûbirû bimînin; çima pêşniyara wan a ji bo zêdekirina hejmara bajar nehat qebûlkirin, ku bi tenê ya Helepçeyê bê qebûlkirin? Ji ber vê yekê jî em lobiyekê ava bikin û hewl bidin parlameteran qanih bikin. Bêguman dê hemû alî vê qebûl nekin, lê belê emê hewldanên xwe dewam bikin."
Li gorî Eşwaq Caf ragihand ku encama dawî dê bi nîqaşa lîderên siyasî ya li ser mijarê diyar bibe û eger lîder li hev bikin, dê mijar ji aliyê parlamentê ve jî bê qebûlkirin.
Caf da zanîn ku li gorî Destûra Bingehîn û qanûnan li pêş bûyîna bajar a Helepçeyê ti astengî nîne û destnîşan kir ku divê ji bo vê yekê şert û mercên siyasî bên amadekirin. Caf anî ziman ku dema 16'ê Adara 2014'an ji bo wan armanc e.
HELEPÇEYEKE NÛ AVA DIBE
Di dema şerê Îran-Iraq ên 1980-88'an de rejîma Seddam, bi serî de gaza hardalê bi helîkopter û balafirên şer bi gazên sinir ê kujer êrîşê Helepçeyê kiribû. Di êrîşê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dabûn.
Di 7'ê Adara 2002'an de di gotareke li rojnameya 'The Sydney Mornîng Herald' a bi sernavê 'Experiment in Evil' de hatibû ragihandin ku hejmara zarokên seqet ên li Helepçeyê tên dinayayê 4-5 qat ji yên Hîroşîma û Nagazakî zêdetir e. Meclîsa Iraqê di sala 2011'an de biryar da ku komkujiya li Helepçeyê weke "qirkirinê" qebûl bike.
Tê texmînkirin ku nifûsa Helepçeyê li dora 70 hezarî ye. Piştî komkujiya Helepçeyê ya sala 1988'an, li nêzî Silêmanî bajarekî bi navê Helepçeya nû hat avakirin. Ji bo Helepçeya kevin jî navê "Helepçeya Şehîd" lê hat kirin.