Helex-Der li Nisêbînê hat damezrandin
Helex-Der li Nisêbînê hat damezrandin
Helex-Der li Nisêbînê hat damezrandin
Li navçeyên Mêrdînê Nisêbîn û Midyatê Helex-Der ku eşîreta Dermamîka ku belavî 16 gundan bûye digire nava xwe li Nisêbînê ji bo Alîkarî, Piştgiriyê û Komeleya Çandê hate damezrandin.
Eşîreta Dermamîka ku di salên serdema Komarê de ji navçeya Agirî Dogubayazitê koçî navçeyên Mardînê kirin û li 16 gundên wê belav bûn bi navê Helex-Der’ê bi rêxistin bû.
Helex-Der ku di rojên derbaz bûyî de li Nisêbînê hate vekirin eşîreta Dermamîkan a ku li gundên weke Helex, Kevirze, Keferbe, Heskale, Xanika, Zeliye, Keme, Kerkînê, Ese, Kefsurê, Bahvarê, Xerabnas, Çaladirêj, Kulavin, Kefsenk, Pirkan dijîn bi armanca çaresriya ji bo pirsgirêkên wanên civakî, aborî û çandî hate damezrandin.
Komeleya ku serokatiya wê Selahattîn Acar dike di rêveberiya wê de Mehmet Akaydin, Yilmaz Bariş, Abdulmenaf Aksan, Medenî Can, Mehmet Nûrî Altunkaynak û Şevkî Bektaş cih digirin. Komelê di roja 25’ê Kanûnê de yekem Civîna xweya Awarte a Civata Giştî li darxist.
Di Civîna Civata Giştî de di serî de danansîna gundê Helex û derdorê wê, di navbera eşîreta Dermamîka de alîkarî dan û di serî de alîkarî dayîn, alîkarî dayîna kesên feqîr hedef girtine ragehand.