Hember Îdrîsê di bin înşaetê de mayî cenazeyê wî hat derxistinin

Hember Îdrîsê di bin înşaetê de mayî cenazeyê wî hat derxistinin

 Li Hewlêr di bin înşaeta ku rûxiya de cenazeyê karkerê bi navê Hember Îdrîs ê ji Rojava hat dîtin. Wê cenazeyê Îdrîs îşev bişînin Rojava.

Li Taxa Şoreş a Hewlêr duh dema betona avahiya MEGA Mall dihat rijandin înşaet rûxiya û gelek karker di bin de man. Di encama xebatên rizgarkirinê de duh piştî 11 karker hatin rizgarkirin xebatên rizgarkirinê hatibûn sekinandin. Tevî ji rayedarên fîrmayê re hatibû gotin ku ciwanekî bi navê Hember Îdrîs ê ji Amûdê hîn jî di bin enqazê de ye rayedarên fîrmayê gotibûn, “Kes di bin enqazê de nemaye” û xebat rawestandibûn.

Karkerên Rojavayî li ser vê yekê bi derfetên xwe îro careke din dest bi xebatên rizgarkirinê kirin. Piştî 24 saetan piştî nîvro cenazeyê Hember Îdrîs hat dîtin. Rayedarên fîrmayê yên agahî wergirtin karker ji cihê enqazê dûr kirin û bi hêzên ewlekariyê yên taybet xebatên rizgarkirinê berdewam kirin.
Piştî xebateke demdirêj cenazeyê îdrîs saet 15:30’an ji bin enqazê hat derxistin. Rayedarên fîrmayê cenaze Îdrîs bê ku karkerên din bibînin bi awayekî veşartî birin Nexweşxaneya Rizgarî.

Karkeran ku nerazîbûn nîşanî helwesta fîrmayê dan ji bûyerê rayedarên fîrmayê û hikûmet berpirsiyar girtin û karkeran  gotin: “Ji ber  kurdê Sûriyeyê bû 24 saetan di nav betonê de hat hiştin. Em ji duh ve dibêjin îtfaiyeyê bînin bila beton ziwa nebe. Dibêjin, ‘Îtfaiye nîn e.’ Dema beton ziwa bû bi mirc û çakûçan beton dişikandin. Jixwe eger sax ba jî ji ber derbên çakûçan wê jiyana xwe ji dest daba."
Piştî nerazîbûnan cenazeyên Hember Îdrîs radestî hevalên wî kirin.