Hemîd Etmanî yê ji Selmasê bi darvekirinê re rû bi rû ye

Hemîd Etmanî yê ji Selmasê bi darvekirinê re rû bi rû ye

Li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê, Dadgeha Bilind a Şoreşa Îslamî ya Îranê cezayê darvekirin li hemwelatiyê Kurd Hemîd Etmanî birî. Ji bo bicihanîna vê biryarê Etmanî veguhastin girtîya Ûrmiyê.

Li gorî agahiyên, Hemîd Etmanî bi nasnav Aryana (30) ê ji gundê Behîk ê bajarê Selmasê, ji aliyê Dadgeha Bilind ya Şoreşa Îslamê ve, bi hinceta ku bazirganiya madeyên hişber kiriye, cezaye darvekirinê lê hat birîn.

Hemîd Etmanî ku ji meha Hezîrana 2012'an û vir ve di zindana Selmasê de tê ragirtin, piştî ku hefteya bihurî cezayê darvekirinê lê hat birîn, ji bo bicihanîna vî cezayê ew veguhastin zindana Ûmriyê.

Tê gotin, cezayê darvekirinê wê di nava 20 rojan de bê bicihanîn.