Hemû girtiyên Komîsyona Edaletê ya KCK'ê serbest hatin berdan

Hemû girtiyên Komîsyona Edaletê ya KCK'ê serbest hatin berdan

3'emîn civîna 1'emîn Rûniştina Doza KCK'ê ya Mêrdînê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 17 girtiyên ji doza "Komîsyona Edaletê ya KCK'ê" ya Mêrdînê dihatin darizandin hemû serbest hatin berdan.

3'emîn civîna 1'emîn rûniştina doza "Komîsyona Edaletê ya KCK'ê" ya Mêrdînê ku 17 jê girtî 47 siyasetmedarê kurd dihatin darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat îro berdewam kir. Di rûniştina ku serê sibê destpê kir de hemû girtiyên siyasû û parêzerên wan amade bûn. Gelek xizmên siyasetmedaran jî doz temaşe kir. Rûniştina dozê ku der barê siyasetmedaran de 2 hezar û 900 rûpel îdîaname hatibû amadekirin, 2 rojan îdîaname hat xwendin.

Di civîna ewil de 40 siyasetmedaran bi riya tercûman parastin kir û îro jî 7 siyasetmedarên kurd parastin kirin. Siyasetmedaran îdîayên der barê xwe de hemû red kir. Parêzeran jî parastin kir û xwest heyet der barê hemû muwekilên wan de biryara taliyê bide. Heyetê piştî navber da rûniştinê der barê siyasetmedarên kurd ên girtî Îbrahim Dilmeç, Şemsettin Daghan, Şemsettîn Dinç, Abdulcelîl Şimdî, M. Newroz Turk, Abdurrahman Bayhan, Aslan Çelik, Ayten Kahraman, Alaattîn Bulut, Halîl Dogan, Halil Tuguç, Îsmail Bal, Mehmet Yilmaz, Nurettin Işik, Ramazan Keskin, Suleyman Dogan û Veysi Erdem de biryara berdanê da. heyetê rûniştina dozê taloqî 23'ê kanûnê kir.

Di 9'ê kanûna 2012'an de li Mêrdînê di bin navê operasyona "Komîsyona Edaletê ya KCK'ê" de operasyon pêk hatibû û 47 kes hatibûn binçavkirin. Ji 47 kesan 17 kes hatibûn girtin.