Hepoyê dayika Xanê tevna berxwedanê dihûne

Hepoyê dayika Xanê tevna berxwedanê dihûne

Temenê dayika Xanê nêzî 70 salî bûye. Biskê spî yên porê wê û çarika spî ya li ser serê wê, hevdu temam dikin. Spîbûna porê wê ne tenê ji ber temenê wê yê mezine. Ev biskên porê wê yê spî encama dagirkeriya Kurdistanê û êşên ku di rêya tekoşîna azadiyê de jiya ye. Rexmê wî temenî jî hin hepoyên şoreşê di destê wê de ye û her roj li her qadê ji bo hest û keda xwe têxê nava şoreşê, di şert û mercên li ser axa xwe peneber de hepoyê tekoşînê bi milê xwe yî wastîyayî dihejînê. 

Lewra gava me hepoyê destê dayika Xanê dît ku di şert û mercên penaberî de ev 20 salin li ser pişta xwe digerîne û wekî darek çinarê hîn di nava tekoşînê de dimeşe, dayikên bi rûmet ên Kurd ku dilê wan bi êş û kul hat bîra me. 

Wekî di nava gel de dayika sê şehîdan ji tê naskirin, dayika Xanê temenê wê derdorê 70 saliye. Kurê wê li ber çavê we hat qetilkirin û xwîna wî bi ser cil û bergê dayika Xanê vebû. Gundê wan wekî 4 hazar gundên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat valakirin û şewitandin.  Mal û milkên wan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat talan kirin. Ji Nîsana 1994’an û şûn de li sar axa xwe di şert û mercên penaberî de dijî. Çîroka wê dûr û dirêje,  ew dayika sê Şehîdên pekrewan û dayika du gazî û yek girtî yê di şer de hatiye girtin. 
Lewra dema me xwest em çîroka hepoyê dayika Xanê vebêjin, me pêwist dît ku çîroka dayika Xanê ku ev 20 salin li ser axa xwe penaberî dijî ji bigrîn dest. Weke ku tê zanîn li Kurdistanê di bingehê her êş û elemê de dagirkerî û zordarî heye.  Hemû kesên ku di xwazin li ser vê xakê bi şêweyekî bi rûmet bijîn, di jiyana wan de êş,elem û zehmetî hene.

HEPO TEVNA DÎROKA BERXWEDANÊ ÇÊDIKE 

Axa Mezopotamya ku wekî heyva zêrîn tê bi navkirin  ji mirovahiya cîhanê re dergûşa şaristaniyê kiriye.  Ji ber dewlemendiyên wê yên ser xak û bin xak, bedewiya coxrafya Kurdistanê hemû demê hiştiye ku dagirker êriş bikin ser û dagir bikin. Gelê Kurd di bin zilm û zora Tirk, Ereb, Ecem û Romiyan de mane. Lê êrîşên derve çi bin bila bibin gelê Kurd pişta xwe hertim daye çiya,  xwe bi ked û xwêdana xwe li ser piyan girtîne. Ked û afirîneriya Kurdan di kurahiya dîrokê de êrîş heye, ewqas jî dîrokek berxwedêr ku xwedîderketin li axê, li nirx û rûmeta xwe derxistiye holê jî heye. Çîroka dayika Xanê û hepoyê di penaberî de ji bo tekoşînê  dihejînê cihekî wiha bi wate heye. 

Emê wê çîroka berxwedêr û ji bo jiyaneke bi rûmet ka di serîde dayîk,  gelê Kurd çi bedel daye û dîsa dagirkeran çiqas  bi şêweyekî  xeddar li ser nirxên Kurdan zilm û zor kiriye emê cardin li ser rûpelê dîrokê binivîsîn.  

“ÇÎROKA MIN AZADIYA RÊBER APO Û SERKETINA GELÊ KURD E”

Me dayika Xanê li ber derê dezgahê xalî li erdê rûniştî dît.  Gava me dît li rexmê temenê mezin jî rabû û em pêşwazî kirin. Gava me daxwaziyê xwe anîn ziman û me xwest çîroka hepoyê wê ku ev 20 salin di şert û mercên penaberî de li ser pişta xwe di gerîne û wekî parçeyek ji tekoşînê di hejîne binîvisin, çavê wê tiji rondik bûn, axaftin di qirika wê de man û rengê rûyê wê mina carika serê wê spî bû hat guhartin. Liwra ew rewşa dayika Xanê têra dike ku mirov êş û elemên dayikên Kurd fam bike. 

Dayika xanê piştî rondikê çavê xwe bi çarika serê xwe paqij kir, awirê çavê wê li rexmê ku cihê kar biçik bû jî te digo qey çû gihişt axa Botanê û ew rojên ku têde êş, elem û berxwedan hebû ji nû ve jiya. Axaftina destpekê ku bi kene girî ji qirika dayika Xanê derketin û got: “Çîrok hewildan û helwesta min, ne ji boy avakirina jiyaneke xwe ye. Ez ji bo serketinê û azadiya gelê Kurd ketim ser rêya tekoşînê. Piştî dilketina Rêbertî, tenê xewin û xeyalên min azadiya Rêber Apo’ye.” 

DEMA KU DUCANÎ BÛ JÎ ÎŞKENCE LÊ HAT KIRIN!

Gava gerîlayên PKK’ê ketin herêma Botanê yek ji gundê ku gerîla pêşwazîkirin û deriyê xwe ji wan re vekiribû, gundê ku dayika Xanê li dijî gundê Hilal bû. Wekî gelek herêmên Botanê gundê Hilal biçûk û mezin, jin û mêr bi dil û can alîkarî didan gerîla û tevlî tekoşînê dibûn. Ji ber wê rastiyê gelek şehîd û gaziyên gundê Hilal çêbûne. Ev helwesta ku gelê Botanê raberî gerîla dikir bala dijmin ji kişand û dest bi tedbîrê şerê teybet kir. Çetetî, girtin, îşkencekirin  û bi rûmeta gel leyîstin sereke rêbazên şerê teybet bû ku li Botanê dida meşandin. 

Yek ji malbatên ku alîkarî bi gerîla re dikir jî malbata dayika Xanê bû.  Ji ber wê jî li ser malbatê zextê dijmin zû dest pêkirin. Dayika Xanê ji destpêka salên 1988’an û şûnde  gelek caran ji ber alîkarî dida gerîla ji aliyê dagirkerê Tirk ve dihat binçavkirin û rastî îşkenceya fîzîkî û psikolojik di hat. Cara dawî gava dijmin avêt ser gundê wan zivistan bû û herder befir bû. Dayika Xanê bi zaroka xwe du canî bû lê dîsa jî ji zilm û îşkenca dijmin xilas ne bibû. Genaralê dagirker ew ji şêniyê gund cudekir û got; “ew dayika terorîstane” û ew bi saetan li ser berfê direjkirî hişt û piştre jî bi pêlava li ser pişta wê geriya û îşkence lê kiribûn. Ên ku ew îşkence û muameleya derveyî mirovahiyê dikir, nunerên şerên teybet serleşkerê tugaya Şirnexê binavê bînbaşî Mizafer bû.  Lewra bînbaşîyê ku dayika Xanê behsa dijî mirovahiya wî dike, ew kesê ku di nava yekîneyê celadên Şirnex ên Korkmaz Taxma de cî digirt û mirovên Kurd bi zindî diavêtin çalên asîtêbû.  Ev generale bi îlet wê gelek caran navê wî bi kujerî û muameleyê ji derveyî mirovahiyê di nav gelê Kurd bi hata gotin.

BERÎ EZ BIMIRIM MIN HESTIYÊN KURÊ XWE BIDÎTA BES BÛ!

Dema dayika Xanê wan bîranînan dibêje car caran hêrs dibe dengê wê stor dibe, lê gava zarokên wê yên  Şehît bûn tên bîra wê çavên wê cardin tiji hêstir dibin û kelegîrî dibe û wiha dibêje; “me dayîkê Kurd gelek bedel dan. Bêguman em Kurd kor bûn, lal bûn û ker bûn. Ji ber ku Rêbertî û tekoşînê çav, guh û ziman dan em ne poşmanîn.  Ji ber wê jî Îmralî ruhê me, deng û sebebê jiyanameye.” Di nav çîroka xwe de ani ziman ku kurê wê yê yêkem Îhsan di sala 1988’an de dema koçer di çûn zozana biryara xwe dayî bû û tevlî gêrîla bûbû. Pişt wî keça wê Kurdê tevlî gerîla bû. Herî dawî jî dema ku Erhan di xwest tevlî gerîla bibe wê bi komplokê bihata şehit kirin. 

Li ser gelê Botanê zext, zordarî û êrîşên dijmin dikir bê hesab bûn.  Lê çiqas dijmin li ser gel zext û îşkence dikir ewqas gel piştgiriya xwe bi gerîla re zêde dikir. Dayika Xanê dema wan kelî û tevlîbûna zarokê xwe dike dibêje; “her roj dijmin dihat diavêt ser gundê me û îşkence, zilm  û zor li me dikir. Terora dewletê bê navber dewam dikir. Em digirtin û li ber çavê herkesî li me heqaret û mûameleyê dijî mirovahî dikir. Dijmin dema bi kulm û kûndaxa çekan li argûşka min da 9 diranê min şikandin. Êdî rewş hatibu halêkî ku me ji zarokê xwe re got, li şûna dijmin we bigre îşkece bike û bavêjê zîndanê biçin serê çiya û tevlî gerîla bibin.” Bi wê helwestê gelê Botanê zarokê xwe tevlî gêrîla dikirin. 

XWÎNA KÛRÊ MIN BI MIN VEBÛ!

Dayika Xanê di êrîşên dagirkerî ser gundan de gelek caran tê girtin û îşkence lê tê kirin û gelek caran jî zendê wê li qeyd û kelepça dixînin. Rexmî ku 22 sal zêdetir derbas bûne jî hîn li ser zendê wê şopa qeyd îşkence tê dîtin. Dayika Xanê wê demê wisa tînê ziman; “kurê min Erkan tam 9 caran hatibû girtin û di îşkenceyên giran re derbas bi bû. Cara dawî bi heceta alîkarî daye gerîla 3 sal û nîv li girtîgeha Amedê hat girtin û piştî ku hat berdan dîsa karê alîkariya bi gerîla re berdewam dikir. Lê li derdorê me hin xayin hebûn û ev îxbarî dijmin dikirin. Ji xwe gava dawî hatibû berdan dijmin jê re gotibû em vê carê te nayînin girtîgihe hesabê xwe li gora wê bike. Erkan jî dijmin baş naskiribû ji ber wê lez û bez dabû karê xwe û dixwest amedekariyê dawî bike û biçe sôza tevlîbûna gerîla bidê.

Çanteyê ku Erkan bi xwe re bibe çiya min wekî gore, destik, cil û berg xistibûnê û amade kiribû . ji dervey cil û berga jî Erkan 5 sed fîşekê BCK xistibû çante û ketibû ser rêya çiyê. Diviya saet di 3'ê şevê de xwe bigihanda gerîla. Lê îxanet wê şevê vala ne sekinîbû. Di encama kemîna ku li derveyî gund avêtibûn pêşiya Erkan ew berî bi gihîjê gerîla hat şehîtkirin. 

Gava serê sibê ez girtim û birim ber qerekola min dît cenazeyê Erkan li erdê ye genaralê hertim îşkence li me dikir ji paşve bi kundaxa çekê li paş sutûyê min xist û ez ketim ser cenazê kurê xwe Erkan. Xwîna kûrêmin bi min vebûbû. Min li ser cenazê kurê xwe sozda ku heya rojek ji emrê min heye ez dev ji dozê bernadim û li dijî dagirkerên Tirk çi ji deste min were ezê bikim.”  

YÊN NEBIN ÇETE Û DI GUND DE BIN EZÊ WANA ZINDÎ BIXIM GORÊ!   

Zilm û zor, zext û îşkenca dijmin êdî bûyî bû parçeyek ji jiyana me. Hatibû asta ku êdî em îsyan bikin. Ji ber ku li kû derê dijmin darbeyek ji gerîla bixwara dihat sûrawkê wê di çawê me re di derxist. Ji ber ku çiqas diçû dijmin ji ber gerîla tengav dibû,  şerê qirêj hin xirap bi kar tanî. Rêbazê dawî jî ya çeteyî bûn, yan jî berdana gund bû. Dayika Xanê ji bo wê demê jî got; “li ber me ya çetebûn îxanet, yan jî cih û warê xwe berdan hatibû diyarkirin. Weke din ti rê dijmin ne hiştibûn” û  wiha berdewamkir; “bînbaşî Muzafer û bi leşkerê xwe ve 3’ê Nîsana 1994’an serê sibehê avêt ser gund. Gundî li ber mizgeftê kom kirin û ew ferman da, ‘heya niha me gelek tişt ji we re got lê we nexwest fam bikin. Êdî ez bi zimanê berê bi were na axivim. Bi kurtî ez dibêjim. Ezê sê roja dem bidim we. Roja Sêşemê piştî nîvro seat 3an kî dibe çete bila bibe çete. Kî nabe çete û li gund dimîne ezê hem ji hewa û hem jî ji erdê gund topbaran bikim. Şûnde jî ezê bi leşkera têkevim gund û yek zîndî nahêlim. Ezê bi saxî we têxim gorê, hilbijartin edî ya weye.

Li pêşiya me du rê hebûn, ya emê serî li ber dijmin deynîn û bibin çete, xiyanetê li nirxê xwe bikin. Yan jî emê ji boy jiyaneke bi rûmet axa bav û kalên xwe berdin. Me hilbijartek ji li berxwedanê da û me biryar da ku em gund berdin. Hin xayîn û tirsonek hebûn ewana dev ji mal û milkê xwe neberdan lê me gundiya bi piranî biryar da ku em gund berdin. Berî ku wextê dijmin diyarkiriye temam bibe roja 6’ê Nîsana 1994’an seat 3’yê  şevê kî karîbû çi rakin me girt û me mal û milkê xwe berda û em ketin ser rêya koçberiyê.” Dayika Xanê dibe; min şîva êvarî ji bo zarokan danîbu lê min sofra jî erdê ranekir û dibe; “me di ber jiyaneke bi rûmet de gundê xwe berdan ez ne poşmanim.”

‘ÇANTEYÊ ENVER MIN ANÎ DA GERÎLA’!

Leşkerê ku hertim diavêt ser gund û zext li ser gelê Kurd dikir vê carê bêdeng mabû. Çav li berdana gundiyan ku gund vala dikir girtibû. Dijminê dixwest Kurdistanê vala bike ji ber wê jî pêşiya mirovên ku ji bo koçberiye ketibûn ser rê di vekir. 

Dayika Xanê wekî gundiyên din ku gundê xwe berdabûn di bin berf, baran, teyrok, sir û seqamê de xwe li zozan, çiya dayibûn û di şevek tarî de sînor derbas kiribûn.  Piştî gihiştin axa başûr demek ne dirêj xwe gihandibûn qada gêrîla lê dijîn Heftanînê.  Di destpêka rêwîtiya penabertiya li ser axa xwe de, kesên ku dawarên wan ên bar hebûn peywistiyên malê kel û pel bi xwere anîbûn. Lê yên ku dawarên wan nebûn mecbur mayîbûn  li ser pişta xwe çi di karîbûna  rakin hilgirtibûn xwe gihandibûn Heftanînê. 

Yek ji barên dayika Xanê jî çanteyên kurê wê Erhanê ku di komployê de hatibû şehît kirin bû.  Ew çente ji bo dayika Xanê emanetekî girîng bû,  pêwiste bi gihişta xwediyê xwe. Çanteyê kurê wê Erhan li ser rêya gerîla ketibû erdê. Dayika Xanê niha di rêwîtiya penabertiyê de li ser pişta xwe kir û anî li Heftanînê dema gerîla dît teslîmê gerîla kiribû.  Dema çente teslîmî gerîla kir jî got; “emanetê Erhanê min li erdê nema, edî ez bimrim jî xeman naxum.”   

LI SER AXA XWE PENABERÎ DESTPÊ DIKE!

Çiroka dayika Xanê ya penaberî ya ku li ser axa xwe ku ji gundê Hilal destpê dike û li Mexmûrê berdewam dike bi wî awayî dest pêdike. Dema koçber digehin Haftanînê gerîla dibezin pêşiya wan û cihê xwe, nan û ava xwe bi wan re parve dikin. Çend roj şûnde agahî digihê Neteweyên Yekgirtî (NY). Dema ku NY hatin li şûna ku birînê penaberî bi cebirînê di xwest mirovê ku ji ber zilma Tirka koçber bûne şûnde bişînê.  Lê koçber kabûl nakin.  Lewra jî dizanîn ku dema ew paşde vegerin wê çi bi serê wan werê. Ji ber vê rastiyê jî helwestekî berxwedêr nîşan dan.  Piştî daxwaza NY wê carê belkî jî li ser navê dewleta Tirk, PDK tê nav penaberên li ser axa xwe ew jî penabera dixwazê koçbera bi şûnde vegerînin. Wê penaberan dema pêş  PDK zêdetir  nasbikirane û ‘rahme li Tirka’ baniyan.  

Dayika Xanê dema ji gundê Hilal derket her tiştên xwe yên keda salan li pey xwe hiştibû. Tenê çenteyek û hin tiştên din dabû pişta xwe. Di çenteyên li pişta dayika Xanê de, piranî tiştên ji bo gerîla lazim bibin wekî lepik, gore, kefye hebûn. Lê di çenteyên dayika Xanêde ji bilî van du  hepo jî hebûn. Hepoyê mezin ji bonî çêkirina xalî û merşê malê, hepoyê biçûk jî ji bo tûrik, çanta, gora û destikabû. 

Dema gelê ji welatê xwe penaber bûyî bû hat herêma gerîla, NY’ê ji bo penabera li Etrûşê cîh veqetandibû. NY bi alîkariya PDK’ê hertim dixwest penabera ji bin kontrola gerîla derxê û wan di milê aborîde dîl bigre. Bi wê armancê dezgehê kar hatibûn vekirin. Yek ji dezgehê ji bo kar hatibû vekirin dezgehê xaliya bû. Dayika Xanê ketibû komîteya çekirina xaliya û dîsa hepoyê xwe bi milê kûrimî hejandibû. 

DI DEMA SEFERBERIYÊ DE HEPOYEK WINDA BÛ!

Karwanê tekoşîna azadiyê berdewam dikir û dagirker bi alîkariya xayîna di xwest xeta xwe li Kurdistanê mayende bike. Şerê ku PDK’ê bi alîkariya Tirkan li dijî gerîlayên PKK’ê dabû dest pêkirin bi şeklekî berfireh berdewam dikir. PDK û Tirkan ne tenê li PKK didan her wiha êrîş li ser hêzên YNK’ê  jî kiribûn û xîzana Mam celal ji aliyê hêzên PDK'ê ve dîl hatibû girtin. 

Li dijî wê êrîşkariya alîgirên Kurd û dagirkerê Tirk Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadî û rûmeta Kurdistinê bangawaziya seferberiyê kiribû. Dayika Xanê jî yek ji wan kesên ku bi dil bersiv dayibû bangawaziya Rêbertiya gelê Kurd û çû bû Zapê. Dema şande seferberiyê çû bû Zapê 30 kesên dîl ketibûn ji li gel xwe biribûn Zapê û li Zapê qederê 6-7 miha mayibûn. 

Dîsa em guh bidin dayika Xanê; “dema em ji Zapê vegeriyan PDK li ser rêka me kemîn danîbû. Ji ber wê jî 18 rojan şandeya me li Sergelê rawestî bûn.  Ji ber zext û kemînên PDK wesayîta ku em anîn li geliyê Qiyametê em danîn.  Bi reşkina êvarî re em kom bi kom ketin rê ku em xwe bighînin wargehê. Koma 3’an jî derbasbû tiştek nebû. Lê dema me xwest em derbas bin me dît kemîna PDK heye em ketin kemînê û şer derket. Lê me xwe bi selametî ji kemînê rizgar kir û me xwe gihande wargehê. 

Ji ber planê NY ku dixwest me bixapînê bi ser neketibûn dema em hatin wargehê me dît ku NY dezgehê xalî rakiriye û tiştên meyî şexsî jî di navde çû bûn. Hepoyêminî mezin ji di nav eşyayê minî şexsî de bû û ew jî winda bibû.”

HEPO DI ZIRÛFÊ KOÇBERIYÊ DE HER BI MIN RE MA!

Koçberiya dayika Xanê ya ku li ser axa xwe ji gundê Hilal dest pêkiribû, gihiştibû Heftanînê û şûnde li Bihêrê, Bêrsivê, Şeranîşê, Gelîyê Qiyametê, Ertûşê, Nînûva û piştî Nehdaran rêya penaberiyê gihiştibû Mexmûrê.  Gelê Kurd bedelê bi rûmet jiyan kirin êş, elem, zordarî, li ser axa xwe birçî, di bin serma û keseme de penaber jiyankirin dida. 
Dayika Xanê ew êş û eleme di ber riya bi rûmete hemû jiyabû. Sê zarok ji canê wê di tekoşînê de jiyana xwe ji dest dayîbûn. Du zarok  jî di rêya tekoşînê de gazî bûyîbûn. Ew zilm û zora ku dijmin li ser wan kiribû gelek zor û zehmetî bi xwe re anîbû û gelek tişt ji destên wan girtibûn. Tenê baweriya jiyaneke bi rûmet ew li ser piya hiştibûn.  Ji bo wê ji wekî ku xwe ji agirê xwe ava bikin jiyanek nû awadikirin.

Dayika Xanê ji di nava vê tekoşînê de hertim bi keda xwe li ser piyama.  Hepûyê destê wê hertim ji bo xizmeta tekoşînê û pêwistiyê malê hat bi kar anîn. 

DEMA XWEST DEST BI KAR BIKE, XEBERA REŞ BIHÎST

Piştî demek direj gelê li ser axa xwe penaber bûyîbûn gihiştîbûn Mexmûrê. Li vir şert û zirûfê pir zahmet  hebûn. Demek şûnde yek ji cihê ku NY ji penabera re çêkiribû ji atolya cihê xalî cil û bergbû. Le dema dayika Xanê xwe amade dikir piştî demek direj di bin banekî de kar bike xebera reş hatibû. Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan bi alîkariya paşverûya cîhanê di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hatibû girtin. 

Di nav qîrînapenaberên Mexmûrde dayika Xanê jî hebû û wekî hemû Kurdên li cîhanê penaberê ku li ser axa xwe jiyan dikin li dijî komployê ketibûn nava liv û tevgerê. Hepoyê tekoşînê edî pêwîst dikir behtir hûr û kûr bê bi kar anîn. 

PÊWÎSTE HER KURD LI ERKÊ XWE XWEDÎ DERKEVE

Her wekî dayikekî Kurdistanê dayika Xanî rexmî temenê xwe yî mezin jî her roj tê ser karê xwe û hepo bi milê kûrimî bêjî hîn dihejînê. Ew her rojên Çarşema li ber Saziya Malbatê Şehîda tevlî civîn û xebatan dibe. Her wiha ji bo tekoşîna azadiye çiqas çalakî hebin dayika Xanê ji di navde cihê xwe di digre. 

Dayika Xanê di temenê nezî 70’ê salî de jî bîr û bawerîya xwe diparêzê; Bi hêviya ku Rêber Apo rojek li qadên azat pêşwazî bike. Dîsa ji tekoşîna azadiyê gelê Kurd bi hêviyê ku wê bigihijê serkeftinê. Dayika Xanê axaftinê xwe wiha bi dawî dike; “heviya me ewe ku Rêbertiya me rizgar bibe. Kengî Rêbertî azad bû wê welatê me jî rizgar be, wê jin jî azadiya xwe bi dest bixe, wê zarokên me jî bi zimanê dayikê karibin perwerde bibinin. Ji bo ew daxwazên min pêk were pêwiste her Kurd tevlî kar û barê tekoşînê bibe û tekoşînê mezin bike. Di serî de gelê Rojave tenê neyê hiştin û Rojava ji çeteya bê paqij kirin.”