Her kêliyê dibe Letîfî bê darvekirin

Her kêliyê dibe Letîfî bê darvekirin

Girtiyê siyasî ê Kurd Hebîbûlah Letîfî ku ji sala 2008’an ve girtiye û cezayê darvekirine lê hatiye birîn, xwişk û parêzeren Letîfî dane diyarkirin ku, Letîfî di bin metirsiya darvekirinê de ye û ew ditirsin her kêliye de bê darvekirin.

Hebîbûlah Letîfî ku di Tebax 2008’an de ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hate girtin û bihinceta ku alîkarî daye partiya PJAK’ê cezayê darvekirinê lê biriye, hate gotin ku cezayê li ser hatiye rawestandin. Lê li gorî nûçeya Kurdpayê û agahiyên xwişk û parêzerê wî Salih Nîkbext dayî cezayê darvekirinê yê li ser Hebîbulah Letîfî didome û ew tirsin her kêliyê be darvekirin.

Prz. Nîkbext xwest Parêzerên Mafê Mirovan ên navnetewî piştgiriya girtiyê siyasî yê Kurd Letîfî yê li Girtîgeha Sineyê bikin, ji bo neyê darvekirin.

PIŞTÎ RÛHANÎ DARVEKIRIN ZÊDEBÛN

Li gorî malpera Kurdpa li Îranê di van 16 rojên dawî de 40 kes hatine darvekirin.

Ji berî çand rojan Komela Piştgiriya bi Girtiyan re dabûn diyar kirin ku, cezayê bi darvekiriyê yê sê girtiyên siyasiyên Kurd yên bi navê Hebîbullah Efşarî, Mensûr Arwend û Elî Efşarî hatine betal kirin.