Her roj 500 Rojavayî li xaka xwe vedigerin

Her roj 500 Rojavayî li xaka xwe vedigerin

Berpirsyarê Deriyê Sînor ê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê Şewket Berbiharî da xuyakirin ku her roj li derdora 500 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê, li xaka xwe vedigerin.

Penaberên ji ber dorpêç, ambargo û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê koçî Herêma Kurdistana Federal û Tirkiyê kirin, li xaka xwe vedigerin.

Rayedarên Rojavayê Kurdistanê destnîşan dikin ku vegera ji Deriyê Sînor ê Sêmalka tê astengkirin û li dijî vê astengiyê nerazîbûnê nîşan didin. Hefteya derbasbûyî hatibû ragihandin ku nêzî 2 hezar penaberên Rojavayî yên dixwazin li xaka xwe vegerin, li Deriyê Sînor ê Sêmalka pêşî li wan tê girtin.

Berpirsyarê Deriyê Sînor ê Sêmalka Şewket Berbiharî der barê mijarê de daxuyanî da Rûdawê, ev îdîa red kir û qebûl kir ku her roj li dora 500 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê vedigerin cih û warên xwe.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, hejmara penaberên koçî Başûrê Kurdistanê kirine 200 hezar derbas kiriye.

Hejmara penaberên ji Rojavayê Kurdistanê yên koçî Tirkiyê kirin û li axa xwe vedigerin, zêde bû. Di dawiya meha Îlonê de 400 penaberên Kurd li deriyê sînor ê Dirbesiyê ji aliyê xizmên xwe ve hatin pêşwazîkirin.

Kurdistaniyên ji Rojava ku ji ber ambargoya dewletên herêmê û êrîşên komên çekdar ên bi piştgiriya hêzên herêmê neçar man koç bikin, li kampên koç kirine neçar man di şert û mercên girn de bijîn û rastî nêzîkatiyên biçûkxistinê hatin.

Piştî ku komên ser bi El Qaîdeyê bi taybetî êrîşên xwe yên li dijî sivîlan li herêma Helebê zêde kirin, di 15'ê Tebaxê de ber bi Başûrê Kurdistanê ve pêleke ji nişka ya penaberiyê destpê kiribû. Bi tenê di nava çend rojan de bi deh hezaran mirovan koç kiribûn. Rayedarên Rojavayê Kurdistanê dabûn xuyakirin ku pêla koçberiyê bi plan derketiye holê û armanc jî valakirina Kurdistanê û şikandina berxwedana wan e.