Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku salane 10 hezar gurçik bi rêyên ne qanûnî têne firotin. Ev yek jî nîşan dide ku di her demjimêrekê de kesek dibe qûrbanê qaçaxçîtiya organan.
Piştî ku nexweşiyên diyabet û têrnekirina gurçîkan li cîhanê belav bûn, ji ber wê jî her ku diçe pêwîstiya bi neqlkirina gurçîkan li gelemperiya cîhanê zêde dibe. Nexweşên dewlemend ku nikarin van organan peyda bikin, serî li rêyên ne qanûnî didin. Ev yek herî zêde li welatên şêniya wan zêde Çîn, Hîndistan û Pakîstanê pêk tê.
Li gorî daneyên WHO’yê, qaçaxçiyên organên mirovan ji bo firotina gurçîkan ji nexweşan daxwaza 200 hezar dolarî dikin, lê 5 hezar dolar didin kesên gûrçîkên xwe difiroşin.
Nûçegihanek ji rojnameya The Guardian a Îngilîz, li ser înternetê bi rêya reklama bi dirûşima “Gurçîka xwe bidin, ipadek bigirin” xwe gihand navendek a klînîkê ya li Çînê û têkilî pêre danî. Klînîkê da diyarkirin ew dikarin di 10 rojan de emeliyat bikin û organê neqil bikin.
Li cîhanê ji sedî 75’ê neqla organan a bi rêyên ne qanûnî, gurçîk in. Piştî gurçîkê jî mêlak tê.
Li gorî daneyên WHO’yê di sala 2010 de li cîhanê 106 hezar û 879 hezar organ hatine neqilkirin û ji vana 73 hezar û 179 gurçik in.
Li gorî rayedarên WHO’yê ji sedî 10’ê emeliyata ji bo neqla organan ji aliyê qaçaxçiyên organan ve tê kirin. WHO vê agahiyê dispêre bijîşkên welatên Rojavayî. Ji ber wê jî tê gotin ku hejmara rast ji texmînên WHO’yê zêdetir e.
Welatê ku herî zêde neqla organan bi rêyên ne qanûnî lê pêk tê Çîn e. Tê gotin ku li vî welatî, tevî nexweşxaneyên leşkerî jî neqlên organan ên bi rêyên ne qanûnî tê kirin. Her wiha, hikûmeta Çînê gurçikên mehkûmên îdamê derdixe û dide nexweşxaneyan.