Her tişt ji bo aştî û çareseriyeke bi rûmet
Her tişt ji bo aştî û çareseriyeke bi rûmet
Her tişt ji bo aştî û çareseriyeke bi rûmet
Ya ku ew di her şert û mercî de meşand, bîr û baweriyeke mezin bû. Di her rewş û biryarên dîrokî de ew bi têgihiştina "Eger Rêberiya me biryar dabe rast e" meşiyan. Em behsa gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) yên bênavbera 35 salan li ser xeta azadiyê meşiyan dikin.
Şervanên rêya azadiyê, weke her carê di vê dema dîrokî de jî bawerî bisoz û biryara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn û dest bi meşa çareseriya demokratîk a ji Bakurê Kurdistanê ya ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.
GERÎLA JI BO AŞTÎ Û BIRATIYÊ DEST BI MEŞA ÇARESERIYÊ KIRIYE!
Beria ku em ji bo vê meşa dîrokî bişopînin bibin mêvanê gerîlayên ji Bakurê Kurdistanê vekişiyabûn, min hem ji xwe hem jî ji derdora xwe gelek caran pirsî; gelo hêza AKP'ê heye ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Derveyî vê hêzê, gelo AKP wê carek din fen û fota neke? Baweriya gerîla û gelê Kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCALAN heye, lê AKP dê karibe heman baweriyê bide raya giştî. Lewma, eger ev baweriya bi Rêberê Gelê Kurd, li gel aliyê Tirk tunebe, dê piştgirî çawa ava bibe. Ji ber vê yekê, em dizanin şerê 35 salên dawî yên li Kurdistanê bi awayekî awarte hatiye meşandin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye berevajîkirin û ji ber vê agahdariya şaş, di nava raya giştî de hema bêj qet bawerî nemaye.
Ev fikar û gumanên me vala derneketin. Piştî demekê gelê Kurd fen û fotên AKP'ê ji raya giştî re aşkera kir. Lewra, AKP'ê nexwest meşa gerîla û wateya wê ji raya giştî re were aşkerakirin. Ji ber vê jî hertim bi rêbazên ne rast agahdarî dan û planê xwe bi dizî dan meşandin. Ev hîle û dirûtiya AKP'ê, weke herkesî, li zora min jî çû. Herkesî dizanîbu ku gerîlayan ji bo aşîtî û biratiya gelan, dest ji her tiştî bedan û ketin ser rêya meşa çareseriyê.
Dixwazim, bandora van hest û nêrînên raya giştî ya li nava gerîla, ji gerîla bi xwe fêr bibim. Bi vê armancê ez çûm mêvandariya gerîla û nêzî deh rojan em li wargehên gerîla geriyan.
Me di xebatên xwe yî berê de jî diyarkiribû ku heybeta gerîla hertim min dixe nava heyecanekê mezin. Gelo ev heyecan ji ber ku ez çûme nav wan bû? Çavkaniya vê heyecana min ne ji tirsê bû. Ji dilnizimiya gerîla qedir û kiymetên ku gerîla dida mêvandariyê bû. Ji ber vê nêzîkatiya gerîla ya însanî ez gelekî zû rehet bûm û mîna ez bi salan wan nas dikim ez tev li sohbeta wan bûm. Dibe ku hûn bibêjin tu mêvanbûyî lewra wiha nêzî te dibûn. Ev fikar di serê min re jî derbas bû. Lê piştî demekê min dît ku pîvanên wan ên hurmetdayînê li gorî şert û mercan, an jî li gorî kesayetan nayên guhertin. Û min dît ku gerîla bi çi bawer dikin li gorî wê tevdigerin û dijîn.
GUHDARÎKIRINA LI BÎRANÎNÊN GERÎLA NE HÊSAN BÛ
Her ku min li bîranîneke wan guhdarî dikir min xwe dixiste şûna wan û min ji xwe dipirsî ger ez şûna wan bûme, minê karîbane mîna wan têbikoşim? Bi kurtasî ez dibêjim çavkaniya hêza gerîla ji bîr û baweriya wan dihat û li ser wê bîr û baweriyê bi salane dimeşin. Di nava gerîlayên di meşa azadiyê de cih digirtin ên ‘nû’ ku salekê tev li bibûn jî hebûn û yên 20 sal berê salên 1990 jî tevlî gerîla bibûn hebûn. Gava min li bîranînên wan guhdarî dikir, li sekin û nêrandinên wan ji bûyer û diyardeyan re dimeyîzan, min fêm dikir ku ew xwedî tecrûbeyên bi salan ne.
JI BO GERÎLA HEVALTÎ HER TIŞT E
Wexta behsa bûyerên şer dikirin, kêlî bi kêlî hevalên di çeperan de dihatin bîra wan. Ev bûyer kînge qewimiye, li ku derê, çend kes bûn, xwe çawa ji qadên şer xelas kirine, kîjan hevalên wan jiyana xwe ji dest dane, di qada şer de çawa ji hevalên xwe qut bûne, cenazeyê şehîdê xwe li ku derê veşartine, kêlî bi kêlî dihat bîra wan.
Bi vegotina bûyeran re nêrînên gerilayên jin û xort, girêdana wan a xaka Kurdistanê gelekî kûr bû. Wan bîranîn û hestên wan bandoreke mezin li min kirin. Her navê hevalekê/î xwe bilêv dikirin kîneke dijwar dilê wan dorpêç dikir. Çavê wan tijî dibû û bi nêrînên xwe ji te re digotin tolrakirina hevalên wan ên jiyana xwe ji destdane di dilê wan de maye.
2013 BERDEWAMA AMADEKARIYA PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ BÛ
Gerîla di sohbetên xwe de aşkera didan xuyakirin, ku ji bo pêngava 2013 an xwe amadekiribun. Lê belê ji bo aştiyêke bi rûmet û çareserkirina pirsgirêka Kurd ew hertim li pey Rêberê xwe ne û wan ji bo vê mijare her tişt dane ber çavên xwe. Di lêhûrbûn û jiyana wan de jî diyar dibû ku ew kêlîkî berî kêliyekê eger gavên berbiçav neyên avêtin ew amade ne ku vegerin bakurê Kurdistanê û dest bi pêngava xwe bikin.
Lê tişta ku îro li zora mirov diçe nêzîkatiyên dewleta Tirk ên besît û hêsan li vekişîna gerîla ye ye. Ji bo mirovên bi doza xwe ve girêdayî ne û ji serketinê bawerin, ya girîng erkê xwe bi cî anîne. Vekşîna sala weke 2013'an ji bo xwe erkek didîtin û xwe dîsa amade didîtin ku vegerin xaka lê têkoşîn kirin e.