Hêro Îbrahîm Ehmed dest ji Serokatiya Bajarê Silêmanî ya YNK'ê berda
Hêro Îbrahîm Ehmed dest ji Serokatiya Bajarê Silêmanî ya YNK'ê berda
Hêro Îbrahîm Ehmed dest ji Serokatiya Bajarê Silêmanî ya YNK'ê berda
Hevsera Serokkomarê Iraqê yê Kurd Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed, dest ji wezîfeya Serokatiya Bajarê Silêmanî ya YNK'ê berda. Tê gotin, ji ber ku di hilbijartinên 21'ê Îlonê de Tevgera Goran li Silêmanî, ku wele qeleha YNK'ê tê dîtin, weke partiya yekemîn derketiye, îstifa kiriye.
Ya di hilbijartinên 21'ê Îlonê yên Herêma Kurdistana Federal de winda kir bêguman YNK bû. YNK ku ji ber lîderê wê Celal Talabanî ji meha Kanûna bihurî û vir ve li Elmanyayê tedawî dibîne û yekser nikare di nava siyasetê de cih bigire, bêyî Talabanî beşdarî hilbijartinan bû û şûna xwe (partiya duyemîn a herî xurt) ji Tevgera Goran re hişt. Her wiha ji ber ku li "qeleha" YNK'ê li bajarê Silêmanî Goran weke partiya yekemîn derket, YNK hîn bêtir hejiya.
Bi zelalbûna têkçûna li Silêmanî re hevsera Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed ji wezîfeya Serokatiya Bajarê Silêmanî ya YNK'ê îstifa kir. Ehmed, ku wê endametiya Polîtburo ya YNK'ê dewam bike got, "Ji ber ku min xizmete baş ji gelê Silêmanî re nekir, ez lêborîna xwe dixwazim."
Ji ber pirsgirêkên li Silêmanî Hêro Îbrahîm Ehmed hikûmeta herêmê tawanbar kir û û îstifaya xwe ya di malpera fermî ya li navgîna çapemeniyê ya YNK'ê de hat weşandin, wiha anî ziman:
"Ji bo pirsgirêkên li Silêmanî çareser bikim û dawî li hin neheqiyan bînim, gelekî ketim nava hewldanan. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rêxistina me ya bajêr çi ji dest hat kir. Lê belê çareserî di destê hikûmeta herêmê de bû, ji ber vê yekê gelek caran me bi hikûmetê re hevdîtin kirin û tevî ku soz dan me jî ti pirsgirêk çareser nekir. Lê ezê xizmeta xwe ya ji bo gelê Silêmanî dewam bikim, Silêmanî hêjayî her rengên bedewiyê."
NE ZELALIYA HIKÛMETA NÛ DEWAM DIKE
Piştî hilbijartinên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 719.004 deng, Tevgera Goran 446.095 deng, Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) 323.867 deng bi dest xistin, hînê ne diyar e ka hikûmeteke çawa bê damezrandin.
Beriya hilbijartinan rêveberên YNK'yî tifaqa stratejîk a li gel PDK'ê lêpirsîn dikirin û didan xuyakirin ku ev tifaq êdî nayê meşandin. Piştî vê encamê, nayê zanîn ka YNK'ê biryareke bi çi rengî bigire. Gelo li gel vê helînê dê bi PDK'ê re dîsa hevkariyê bike yan jî rexnedayîneke xurt bide û li gorî şert û mercên nû xwe ji nû ve birêxistin bike? YNK sinyalan dide ku dê di vê demê de jî li gel PDK'ê dewam bike.
Tevgera Goran a di hilbijartinên 2009'an de 25 kursî wergirt, herçend di vê hilbijartinê de 2 kursiyên xwe winda kir jî, hem rêjeya dengê xwe zêde kir hem jî pozîsyona xwe ya siyasî xurtkir kir. Hînê nayê zanîn ka bêyî PDK'ê dê hikûmetek ava bibe yan na, lê belê cara yekemîn e bingehek ji bo avakirina hikûmeteke bê PDK'ê xurt bû.
Di hefteya bihurî de Endamê Konseya Rêveber a Polîtburoya YNK'ê Mele Bextiyar jî ji Rojnameya Şark el Ewsat re peyivîbû û diyar kiribû ku Tevgera Goran pêşniyar li wan kirine ku bi hev re hikûmetê ava bikin. Mele Bextiyar gotibû, "Goran got; Eger hûn bi me re bibin yek dê Serokwezaretî bibe ya YNK'ê."
Bextiyar ragihandibû ku wan ev pêşniyar ji bo aramî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê red kirine.