Hesen Cûdî: Desthilatên Başûr Nemrûdan tînin bîra mirovan

Hesen Cûdî: Desthilatên Başûr Nemrûdan tînin bîra mirovan

Berdevkê lîsteya 113 ya PÇDK’ê Hesen Cûdî da xuyakirin ku yên herî zêde behsa demokrasiyê dikin partiyên deshilatdar ên li Başûr in, lê di heman demê de yê herî zêde demokrasiyê binpê dikin jî ev partî ne. Cûdî partiyên deshilatdar ên Başûr şiband Nemrûd û got: “Partiyên desthilatdar wekî Nemrûdan dixwazin heya dawî li ser hikum bimînin.”

Namzet û berdevkê lîsteya 113 ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK Hesen Cûdî, di daxuyaniyeke ji bo bangawaziyên hilbijartinên parlemanê de diyar kir ku, partiyên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê di ezmûna demokratîkbûnê de sifir wergirtine. 

Cûdî partiyên deshilatdar ên Başûr şiband Nemrûd û got: “Partiyên desthilatdar wekî Nemrûdan dixwazin heya dawî li ser hikum bimînin.”

Hesen Cûdî her weha li ser helwesta partiyên desthilatdar, bi taybetî jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember lîsteya 113 ya PÇDK ev gotin anî ziman: “ li hemberî partiya me (PÇDK) bi jimara 113’an, li hemû deverên rengê Zer (deverên PDK lê desthilatdar) ji sedî 90’ê poster, wêne û pankartên me jê divekin û diqetînin, ku heya niha komisyona hilbijartinê jî li hember vê helwesta wana bêdenge.” 

Hesen Cûdî di dawiya daxuyaniya xwe de got; “proseya hilbijartinên vê carê vê yekê nîşan didin ku partiyên desthilatdar di ezmûna demokratîkbûyînê de di cihê xwe de dijmêre û ti pêşketinek di aliyê demokartîkbûnê de bi xwe re çênekirine. Hîn ji niha de diyar dibe ku partiyên desthilatdar ji bo encamên ku vê carê ji van hilbijartinan derkeve wê ne razî bin. Ji ber ku zihniyeta wan wekî ya Nemrûdane. Dibêjin, ‘pêwîste herdem em desthilatdar bin.’ Lê belê di dîrokê de herdem Nemrûd ji aliyê gelên mazlum ve hatine hilweşandin û li cihê wan desthilatek ku ji îradeya gelan hatiye avakirin."