Hesreta 20 salan a dayika Sadiye

Hesreta 20 salan a dayika Sadiye

Sadiye Ozen cenazeyê kurê xwe Nûrûllah Ozen ê di salên 1990 de beşdarî refên gerîla bû di şerekî sala 1993'an de li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, piştî 20 salan dît. Dayika Sadiye dibêje cenazeyê kurê wê û 6 hevalên pê re jiyana xwe ji dest da, li geliyekî nêzî gundê Biloka ye. Dayika Sadiye niha dixwaze gora komî bê vekirin û piştî 20 salan be jî goreke kurê wê hebe.

Sadiye Ozen û zarokên wê, ji ber zexta dewletê di sala 1990 de ji gundê Bakeysê yê ser bi navçeya Mêrdîn Stewrê koç kirin û li navçeya Qoserê bicih bûn. Kurê Sadiye Ozen ê 18 salî Nûrûllah Ozen, di heman salê de ji ber zextan tev li refên gerîla bû.

Gerîla Nûrûllah di Cotmeha sala 1993'an de di şerekî li herêmeke di navbera Qoser-Şemrexê de li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.

Dayika Sadiye ji hingî ve, li herêma şer 20 salan gav bi gav li cenazeyê kurê xwe geriya, hat binçavkirin, rastî îşkenceyê hat, gelek caran bi ser mala wê de hat girtin. Lê ew nesekinî, ti carî dest ji lêgerîya cenazeyê kurê xwe û çêkirina gorekê ji bo kurê xwe, berneda.

Di Adara bihurî de, gundiyên Biloka ku lê şer rû da, li Dayika Sadiye geriyan û jê re gotin ku gora komî ya kurê wê û 6 hevalên wî li geliyekî nêzî gund e.

Dayika Sadiye çû cihê gora komî û ji kurê xwe re got, "Ji ber ewçend salan min nekarî te bibînim, li min biborîne" û dixwaze gora komî bê vekirin û ji kurê xwe re gorekê çê bike.

‘KURÊN MIN NEKARÎ XWE LI ZEXTA DEWLETÊ RABIGIRE’

Dayika Sadiye diyar kir ku kurê wê Nûrûllah Ozen nekarî xwe li zexta dewlêtê rabigire û ketiye ser rêya çiyan û got, "Em ji gund derxistin, dûre em hatin Qoserê. Li vir jî dest ji me bernedan. Kurê min li dijî van zextan gelekî bi hêrs bû. Rojekê êdî nekarî xwe li van zextan rabigire û di sala 1990 de beşdarî refên gerîla bû. Dema çû 18 salî bû."

JI BER KU LI KURÊ XWE GERIYA RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HAT

Kurê dayika Sadiye Nûrûllah piştî ku 3 salan li nava refên gerîla ma, di Cotmeha sala 1993'an de di encama şerekî de li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Dayika Sadiye ya bi bûyerê hesiya, tiştêk hat serê xwe wiha vegot: "Dema min bihîst min kurê xwe windakiriye, bi rojan giriyam. Dilê min perçe bû, şewitî. Ji bo êşa xwe kêm bikim min xwest cenaze bibînim û jê re gorekê çê bikim. Gotin li herêmeke di navbera Şemrex-Qoserê de jiyana xwe ji dest daye. Em çûn wê derê, me li gundên derdorê lêkolîn kirin, lê cihê cenaze nedîtin. Wê demê saziyê dewletê bi ti awayî agahî neda me. Ji ber ku li cenazeyê kurê xwe digeriyam, xistim binçavan û îşkence li min kirin."

BI TI AWAYÎ DEST JI LÊGERÎNA KURÊ XWE BERNEDA

Dayika Sadiye got, "Tevî hemû zextan jî, ez ji armanca xwe venegeriyam. Bîst salan bê rawestan li gundê di navbera Şemxrex-Qoserê de gav bi gav li kurê xwe geriyam. Her kesê lê rast hatim, min sewal kir. Di vê navberê de keça min Nûrhan jî hat girtin. Niha li girtîgehê ye. Dema li kurê xwe geriyam, me kekê gerîlayekî bi kurê min re jiyana xwe ji dest da Azîz Belek, nas kirin. Heta par me bi hev re lêkolîn kirin."

‘MIN JI KURÊ XWE LÊBORÎN XWEST’

Dayika Sadiye ragihand ku tevî hemû lêgerînan jî wan encam bi dest nexistin û got, "Di Adara par de gundiyên Biloka yê ser bi Qoserê li me geriyan. Ji me re gotin ku zarokên me li geliyekî nêzî gundê Biloka hatine veşartin. Bi kekê gerîlayê jiyana xwe ji dest da, em çûn herêmê Li çaleke ku li nava gelî vekirin, zarokên me lê veşartin. Gundiyan dûre weke kevirê gorê, kevirek danîne wê derê."

Dayika Sadiye got, "Piştî bi salan min Nûrûllahê xwe dît. Di navberê re gelek dem bihurî bû. Min serî danî ber gora komî û ji kurê xwe re got, 'Kurê min, ji ber ku bi salan min nekarî te bibînim, li min biborîne. Çiya bi çiya, kevir bi kevir li te geriyam, lê min te nedît. Min nekarî ji bo te gorekê çê bikim' û bi saetan giriyam."

‘MIN SERÎ LI ÎHD'Ê DA’

Dayika Sadiye da xuyakirin ku ji bo alîkariya huquqî wê serî li Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Mêrdînê daye û xwestiye ku malbatên cenazeyê zarokên wan li wê herêmê ne, xwe bigihîne wan. Dayika Sadiye ragihand ku bi vî rengî pêvajoya huqûqî dikare were destpêkirin.

‘BILA DOZGERÎ BIKEVE NAVA TEVGERÊ’

Dayika Sadiye anî ziman ku bila goreke zarokên wan a karibe biçin ser hebe û got, "Bêyî nirxên însanî û olî, zarokên me bi awayekî komî hatin binaxkirin. Kevirekî gorê yê em li ser bigirîn jî nebû. Divê Dozgeriya Qoserê bikeve nava tevgerê û vê gora komî bide vekirin. Divê hestiyên zarokên me radestî me bikin." Dayika Sadiye diyar kir ku heta cenazyê kurê xwe werbigire ewê têkoşîna xwe dewam bikin.