Hestiyê hunermendê Kurd Elî Temel hat dîtin
Hestiyê hunermendê Kurd Elî Temel hat dîtin
Hestiyê hunermendê Kurd Elî Temel hat dîtin
Di kolana ji bo hunermendê Kurd Elî Temel û Elî Kevcî hat kirin de, ku li Şemrexê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê wan nehatibû dîtin, hestî hatin dîtin.
Li Girê Sergo yê li herêma Yevrê yê navçeya Mêrdîn Şemrexê, kolana gora tomarî hate kirin. Di kolanê de hestiyên ku tê diyarkirin aîdê hunermendê Kurd Elî Temel û Elî Kevcî ye hatin dîtin. Kolana bi pêşengiya Dozgerê Komarê yê Şemrexê û rêveberên Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Mêrdînê de tê kirin, dewam dike.
Elî Temel kî ye?
Elî Temel di sala 1981'an de hate girtin û xistin Girtîgeha Amedê. Temel, piştî di sala 1990'î de tahliye bû bi Koma Çiya ku sazûmankarê wî ew bixwe bû bi helbestên ku piranî yên wî bûn qaseta bi navê "Rozerîn" derxist. Di wê demê de di gelek çalakî û konseran de cih girt. Demek di serwîsa çand û huner a Rojnameya Ozgur Ulke yê de xebitî. Temel ku tevlî PKK'ê bû di 13'ê tîrmehê sala 1994'an de di encama pêvçûna bi îxbarekî derket de li nêzî Şemrexê birîndar bû, bombeya li ser xwe teqand û jiyana xwe ji dest dabû.