Hestiyên Elî Temel û Kevcî dişînin Tiba Edlî
Hestiyên Elî Temel û Kevcî dişînin Tiba Edlî
Hestiyên Elî Temel û Kevcî dişînin Tiba Edlî
Li Şemrexa Mêrdînê di encama kolandinê de hestiyên hunermendê Kurd û gerîlayê PKK’ê Elî Temel û Kevcî hatibûn dîtin, ji bo testa DNA’yê ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re şandin.
Hunermendê Kurd û gerîlayê PKK’ê Elî Temel (Selman) û gerîlayê PKK’ê Elî Kevcî binasnav Akîf di sala 1994’an de li derdora Girê Sero ê gundê Urunlu ser bi navçeya Şemrexa Mêrdînê di encama şerekî de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî malbatan serî li ÎHD’ê da, di bin çavdêriya Dozgeriya Komarê ya Şemrexê de îro hate kolan û xwe gihandin hestiyan.
Malbata Temel ku ev 17 sale ji bo hestiyên zarokên xwe tekoşîna hiqûqî didin, serî li şaxên ÎHD ên Amed û Mêrdînê didin. Gelek caran ji bo kolanê serlêdan kirin lê her carê bihincetek cuda dihate redkirin. Herî dawî sala borî dema ku DÎHA’yê dîmenek ya 5 deqîqeyî weşand û di dîmenan de dihate diyarkirin ku, axa li ser gorên komî hatiye xwar, hestiyên Temel û Kevcî derketine ser xakê û derdora wan jî giyayê bistirî çêbûye. Li rexmî vê jî daxwaza malbatê ya vekirina gora komî ji aliyê dozgeriyê ve dihate redkirin. Di serlêdana dawî de dozgeriyê pejirand û li derdora Girê Sergo ê herêma Yevreyê dest bi kolanê kirin.
Di dema kolanê de Şaredarê Şemrexê Hasîb Aktaş, Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî, endamên meclisê, delegeyên KCD û rêveberên BDP’a Mêrdîn, Dêrik û Şemrexê, xebatkarên MEYADER û MKM’ê amadebûn. Di dema kolanê de hestî hatin dîtin û hate dîtin ku, kiloxê serî ê her du cenazeyan jî tune bû.
Ji bo hestiyên aydê Temel û Kevcî hûrkolîn bikin, dê bişînin Lijney Tiba Edlî ya Stenbolê.