'Heta cerdevanî ranebe aştî nayê'
'Heta cerdevanî ranebe aştî nayê'
'Heta cerdevanî ranebe aştî nayê'
Cerdevanê berê Mehmet Şafî Yildiz ê dibêje; ji bo pêvajoya çareseriyê bi aştiyê bi encam bibe divê cerdevanî ji holê bê rakirin. Yildiz yek ji bi hezaran malbatên ji neçarî koçber bûye û ji bo vegera li cih û warên xwe dixwaze şert û merc werin amadekirin. Yildiz banga "li dijî gelê xwe êdî çekê bikar neynin" li cerdevanan kir.
Cerdevaniya ku bi qanûna bi hejmaa 9632 a 27'ê Hezîrana sala 1985'an ket meriyetê û bi zext û gefên salên 90 re li gelemperiya Kurdistanê belav bû, ev 28 sal in dimeşe.
Rakirina cerdevaniyê, yek ji şertên sereke yên ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê ye. Bi taybetî weke yek ji gavên divê di qonaxa duyemîn de bê avêtin, tê dîtin. Hikûmeta AKP'ê, di dewsa rakirina cerdevaniyê, mora xwe diavêje binê hin pêkanînên cerdevaniyê teşwîk dike. Rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên mafên mirovan dixwazin cerdevaniya ku veguheriye navgîneke sûcê, bê rakirin û astengiyên li pêşiya vegera gundan, bên rakirin.
Cerdevanên berê yê berê di nava vê sîstemê de cih digirtin jî, ji bo rêveçûna pêvajoyê dixwazin cerdevanî bê rakirin. Mehmet Şafî Yildiz (55) li gundê Dêrtyalî yê navçeya Mêrdîn Stewrê, ji sala 1990 heta 2002'an cerdevanî kir. Yildiz da xuyakirin ku li hemberî zextên dewletê, ji bo gundê xwe neterikîne wî cerdevanî qebûl kiriye û got, "Lê wicdanê xwe, min di sala 2002'an de dest ji cerdevaniyê berda û bi malbata xwe re hatim Îzmîrê."
Yildiz piştgirî dide pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û diyar kir ku israra di polîtîka û pêkanînên berê de, wê bi ser nekeve. Yildiz got, "Pêwîste hikûmeta AKP'ê di vê demê de mafên Kurdan radestî wan bike û di mijara aştiyê de ji dil be. Bi çekê ev kar naçe serî. Min bi salan ev şer jiya. Ev kar bi çekê, bi cerdevankirinê re çareser nabe. Bila AKP samîmî be, bi vî rengî aştî dikare were."
‘YÊN BI ZORÊ HATINE KOÇBERKIRIN, DIVÊ VEGERA WAN BÊ EWLEKIRIN’
Yildiz da xuyakirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi aştiyê bi encam bibe û bi hezaran malbatên Kurd ên bi zorê hatine koçberkirin, bi ewlehî vegerin cih û warên xwe, divê cerdevanî teqez bê rakirin.
Yildiz got, "Eger li gundan cerdevan hebe, dilê kesî ne rehet be, ewlekariya jiyana kesî wê nebe. Ez jî dixwazim vegerim gundê xwe. Lê ne weke cerdevan, di rewşeke ku mafên min hatine dayîn û aştî pêk hatiye de, dixwazim vegerim."
Mehmet Şafî Yildiz bang li cerdevanan kir ku dest ji çekan berdin û got, "Di şûna ku li dijî gelê xwe şer bike de, li cem gelê xwe cih bigire û ji bo aştiyê têbikoşin."