'Heta gav neyên avêtin bawerî çênabe'
'Heta gav neyên avêtin bawerî çênabe'
'Heta gav neyên avêtin bawerî çênabe'
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan a heftane de axivî û diyar kir ku ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin dem hatiye û wiha got: "Heta gavên wisa şênber neyên avêtin tu kes baweriya xwe bi we nayne."
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 208'an li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin 208 heftene her şemî li Parka Koşuyoluyê têkoşînê didin. Bîlîcî, anî ziman ku winda kîne û bûyerên windabûnê çawa pêk hatin dewlet dizane û ev hemû di belgeyên dewletê de cih digire. Bîlîcî, da zanîn ku ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin dem hatiye û wiha axivî: "Heta hûn gavên şênber neavêjin tu kes baweriyê bi we nayne. Em careke din dibêjin bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin."
Piştî axaftina Bîlîcî çîroka leşker Recep Buttanri yê ku di sala 1999'an de ji leşkeriyê ji bo malbata xwe ziyaret bike hate Amedê û piştî destûra wî xilabû ji bo bîletê bigire çûyî otogarê û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatin girtin hate xwendin. Endama Komîsyona Bûyerên Kiryar Nediyar a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Necîbe Guneş Perînçek çîroka Buttanri xwend û wiha got:
"Piştî Recep Buttanri 4 roj şunda ji malê veqetiya serê sibê saet di 06.00'an de 3 kesên sivîl hatin malê û bi zorê li malê lêgerîn pêk anîn. Li gorî îdîaya malbatê li cihê komurê 40 hezar TL. û çeka bi ruxset a veşartin birin. Dayîka Buttanri diçe Midûriyeta Şaxa Hêzên Çewîk a Midûriyeta Polîsan a Amedê û rewşê ji wan re dibêje û dibêj ew kesên hatin malê bi zorê lêgerîn pêk anîn polîs bûn. Li Qereqolê di wêneyên nîşanî wê dan kesên hatin malê teşhîs dike. Di dema serdagirtina malê de zarokên derve gelaş kom dikirin gotin wan di wesayîta wan kesan de Recep Buttanri bi awayekî dest û piyên wî girêdayî di wesayîtê de dîtin. Li ser vê agahiyê malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Lê serdagirtina malê weke dizî nîşandan û biryar bêşopandinê dan."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.