‘Heta leşker xwe nedin paş em dê neçin’

‘Heta leşker xwe nedin paş em dê neçin’

Piştî ku di demjimêrên serê sibehê de li sêgoşeya Lîce, Hênê û Dara Hênê operasyon hate destpêkirin û gel çû herêmê, hêjan li wir dimînin. Leşker ji bo meşa gel rawestînin gule berdan hewayê, bombeyên gaze û mijê avêtin. Lê belê Serokê BDP’a Lîcê da diyarkirin ku, heta leşker xwepaşve nekêşin ew dê ji herêmê neçin û got; “Heta leşker xwenedin paş niyeta wan ya paşveçûnê nîne. Êdî em naxwazin mirinan bibînin.”

Operasyona ku vê sibehê di demjimêr 06.00’an de li sê goşeya navçeyên Lîce û Hênê yên Amedê û Gundê Çemê Elik yê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê destpêkir, gel çû herêmê û hêjan li wir dimînin.

Di derbarê pêşketinan de Serokê BDP’a Navçeya Lîceyê Harûn Erkûş daxuyanî da û ragihand ku, leşker destûr nadin ew biçin herêma operasyonê lê belê ew bibiryarin ku biçin herêmê.

Erkûş wiha axivî: “Em niha 500 kes livirin. Yên ji Amed û derdorên wê rêketîn hene. Leşkeran ji bo me bitirsînin û bêzar bikin gule berdan hewayê, bombeyên gazê avêtin rûyê me û çavên me. Hevalek me ya jin ji milê xwe birîndar bûye. Em niha li serê lûtka çiya ne. Em belavî derdor bûne. Bêdengiyek ya leşkeran jî heye. Em li bendê ne. Heta leşker xwe nedin paş niyata me ya paşve kişandinê tuneye. Êdî em naxwazin mirina bibînin, em naxwazin tabûtên gêrîla, leşkeran bibînîn.”