'Heta Ocalan azad nebe porê zîndan nabirin'
'Heta Ocalan azad nebe porê zîndan nabirin'
'Heta Ocalan azad nebe porê zîndan nabirin'
Gerîlayê bi navê Mazlûm Pîr Dogan li Stenbolê jiyaye, sala 2010 de biryara tevlîbûna tevgera azadiya gelê Kurd dide. Gerîlla Mazlûm temenekî biçûk de malbata wî, ji Mêrdîne li Stewrê koçberî Stenbolê dibe û beriya wî jî ji malbata wî gelek kes tevlî tevgera azadiya gelê Kurd bûne.
Dema ku sala 1999’an de komploya navnetewî li ser Rêbere Gêle Kurd Abdullah OCALAN tê kirin, birayê wî di heman salê de tê dinê. Malbata gerîla Mazlûm navê zarokê xwe dikin Zîndan û soz didin heyanî Rêberê Gelê Kurd azad nebe ew ê porê zarokê xwe nebirin. Li ser vê yekê Rêberê Gêle Kurd Abdullah OCALAN bi riya parêzerên xwe malbata gerîlla Mazlûm silav dike û dibêje dikarin porê zarokê xwe bibirin.
Gerîla Mazlûm silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ji malbata wî re şandiye, li ciyayên Kurdistanê dibihîse û hestên xwe yên wê demê ji me re bi van gotinan parve dike: "Ez destpêka 2010’an tevlî nava refên gerîla bûm. Beriya ku ez tevlî rêxistine bibim, min dixwend. Min heyanî amadeyî sê xwend. Pîştî wê min biryara tevlîbûna gerîla da.
Malbata min welatparêz e gelek şehîdên me jî hene. Di nav wan de birayê min Mazlûm jî heye, 1997’an de şehîd ket. Dema ez jî tevlî bûm min navê birayê xwe rakir.”
Mazlûm derbarê birayê xwe Zîndan de jî got: “Sala 1999 an dema komploya nav netewî li ser Serok Apo pêş ket, em koçberî Stembolê bûn. Heman salê jî birayê min yê bi navê Zîndan ji dayîk bû. Em bi dîlketina Serok Apo pir bandor bibûn, ji ber vê malbata min navê birayê min kirin Zîndan û soz dan ku heyanî Serok Apo azad nebe porê birayê min Zîndan nebirin” û wiha domand: “Di sala 2010 an de parêzerên Serok Apo ji Serokatî re gotibûn: dema ku hûn dîl hatin girtin, zarokekî malbateke Mêrdînê wê salê de tê dinê û heya hûn azad nebin porê zarokê xwe nabirin.
Serok jî dema vê yekê dîbihîze, ji parêzerên xwe re dibêje silavên min ji wê malbatê re bibêjin û ez vê pir bi nirx dibînim û dikarin porê zarokê xwe bibirin. Dema Serok wiha gotibû ez di nava refên gerila de bûm. Hevalan dema notê hevdîtinê yê bi Serok re xwendin, min wê demê bihîst, Serok ji malbata me re silav şandine û ez pir kêfxweş bûm, kelecaneke pir mezin di min de çêbû."
RASTIYA GERÎLA
Gerîlla Mazlûm beriya ku tevlî tevgera azadiya Kurd bibe, di jiyana xwe de gerîla nedîtiye û dîsa li bajarê Stenbolê tevî malbata xwe, rastî gelek dorpêçkirina çandî yê gelê Kurd û gelek êrîşên din ê şerê taybet re rû bi rû dimînin.
Derheqê vê yekê de Mazlûm dibêje: "Beriya ez tevlî rêxistinê bibim min gerîlla her tim di televîzyonê de didît. Ez li gundan nemame, nejiyame û hertim li gel malbata xwe li bajêran mezin bûm. Ji ber em malbateke welatparêz bûn dijmin hertim bi riya şerê taybet û polîtîkayên dorpêçkirine li ser me didan meşandin.
Dîsa dijmin gelek propagandayên reş li hemberî rêxistinê didan meşandin û dema ez tevlî nava refên gerîla bûm, tiştên dijmin digotin hemû derew bûn. Rastiya gerîlla pir cûda ye û pir xweş e."