'Heta Ocalan azad nebe tu kes ji me azad nabe'
'Heta Ocalan azad nebe tu kes ji me azad nabe'
'Heta Ocalan azad nebe tu kes ji me azad nabe'
Aktîvîsta Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Çardêranê Şazîment Atsak xwest heyeteke doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê û wiha got: "Heta Birêz Ocalan azad nebe tu kes ji me azad nabe."
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Çardêranê derbarê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya rêxistina BDP'ê ya Çardêranê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê dayikan aktîvîsta Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Çardêranê Şazîment Atsak axivî û xwest heyeta doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tedawî bike. Atsak xwest Ocalan azad bibe û wiha got: "Ji ber ku heta Birêz Ocalan azad nebe tu kes ji me azad nabe."
Atsak ji bo tevlîbûna pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên li Zozanên Feraşînê bang kir û wiha got: "Ji bo li Feraşînê 15'ê Tebaxê pîroz bikin, em ê di 14'ê Tebaxê de li ber avahiya BDP'ê ya Çardêranê bigihêjin hev û bi awayekî girseyî berê xwe bidin Feraşînê. Em hemû kesî vedixwînin pîrozbahiya 15'ê Tebaxê ya li Feraşînê."