Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate red kirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate red kirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate red kirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re kirî, bi hinceta ku ‘keştî xirabe ye’ hate red kirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, careke din bersivekî nerênî girtin. Îdareya Girtîgeha Îmralî ku serlêdana parêzeran nirxand, bi hinceta ku ‘keştî xirabeye’ serlêdan red kir.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 608 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 169 caran ji bo biçim Îmraliyê serî li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.