Hevdîtina parêzeran dîsa hat astengkirin

Hevdîtina parêzeran dîsa hat astengkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, careke din hat redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Huseyîn Bogatekîn, ji bo sibê biçin girava Îmraliyê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê bersiveke neyînî girtin. Ji parêzeran re careke din hat gotin ku 'keştî xerabe' ye.

Hêjayî gotinê ye, parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikarin muwekîlê xwe bibînin.