Hevdîtinên aşitiyê yên di navbera Kolombiya û Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) yên ku li Osloyê dest pê kirin, dê li Kubaya ku yek ji welatên navbeynkar bû berdewam bikin. Hevdîtin dê îro li paytext Havanayê dest pê bikin. Beriya hevdîtinan hate diyarkirin ku di warê reformên axê de nêrînên FARC û hukûmetê ji hev nagirin.
Yek ji mijarên ku FARC û hukûmet li ser li hev nakin ew e ku zeviyê çandiniyê yên li Kolombiyayê di destê xwediyê şîrketên mezin an jî xwediyên axê de ne. Yek ji sedemên ku FARCê dest bi têkoşîna çekdarî kiriye ew e ku di belavkirina axa ji bo çandiniyê de newekhevî heye.
Di şerê ku 50 sal in di navbera her du aliyan de berdewam dike nêzî 250 hezar kes hatin kuştin. Yek ji pirsgirêkên di navbera her du aliyan de pirsgirêka tapû û newekheviya parvekirina çandiyê bû. Ji ber vê jî ji sedî 9’ê gundên 3.3 milyon û welatiyên bi eslê xwe ji Efrîkayê yên wan e.
Ji ber şerê li welêt bi milyonan mirov neçar man ku penaber bibin û gelê herêmê ji neçariyê ax û zeviyên xwe bi bihayeke pir erzan firotin.
Serokdwelet Manuel Santos ku beriya du salan bû serokdewlet, destnîşan kiribû ku ew ji hevdîtinan re amade ye û ev helwesta Santos, li rastî nerazîbûnên serokdewletê beriya wî Alvaro Uribe hatibû. Farcê jî di meha adarê de ji rêxistinên sivîl re nameyek û da zanîn ku ew ji hevdîtinê re amade ne.
Piştî ku Alfonso Cano di êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, rêberê nû yê Farcê Tîmoşenko weke rêberê nû dabû diyarkirin ku ew ji hevdîtinan re amade ne.
FARC ji sala 1964’an û vir ve li Kolombiyayê têkoşîna jiyanek sosyalîst dide meşandihn. Hikûmeta Kolombiyayê bi hevkariya Amerîkayê hima him li dijî FARC-EP’a ku 18 hezar gerîlayên wê yên çekdar hene, operasyonan li dar dixe.