Hevdîtinên bi armanca bidawîkirina şerê navxweyî yê 50 salan ê di navbera gerîlayên FARC’ê û hukûmeta Kolombiyayê de, li paytexta Norweç Osloyê dest pê kirin. Civîna yekem a çapemeniyê ya der barê hevdîtinê de dê îro bê kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, delegasyonê her du aliyan roja sêşemê hatine Norwecê û li cihek veşartî hevdtîinê dikin. Serokên delegasyonan dê îro civînek çapemeniyê li dar bixin û der barê hevdîtinan de agahî bidin.
Ji her aliyekê 5 kes wek nuner beşdar dibin. Garantorên hevdîtinên aşitiyê Norwec û Kûba ne, Venezuella û Şîlî jî weke çavdêr beşdar dibin.
Alîkarê berê yê Serokdewlet Humbert de la Calle serokatiya delegasyona hukûmeta Kolombiyayê dike û FARC’ê jî ji bo delegasyona xwe Simon Trinnidad ê ku li DYA’yê girtî ye, weke serokê delgasyonê destnîşan kir. Ji ber vê jî dê 4 endamên delegasyona FARC’ê li ser maseyê hevdîtinê bin.
Yek ji pêşengên FARC’ê Simon Trindad di sala 2004 de ji aliyê Serkdewletê berê Alvaro Uribe ve radestê DYA’yê hatibû kirin.