Hevdîtinên Osloyê yên Kobombiyayê dest pê dikin

Hevdîtinên Osloyê yên Kobombiyayê dest pê dikin

Rayedarên hukûmeta Kolombiya û gerîlayên FARC’ê ji bo hevdîtinên aşitiyê yên bi armanca bidawîkirina şerê 50 sal in didomin, diçin paytexta Norweç Osloyê. Gotûbêjerê Humberto de la Calle diyar kir ku ew naxwazin hêviyek pûç çêbikin, lê belê aliyê wan geşbîn e.

Hevdîtînên bi rêxistina FARC’ê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê), li paytexta Kûba Hewanayê dest pê kiribûn. Ev hevdîtina ku dê vê hefteyê dest pê bike, hevdîtina yekem a ku yekser û fermî pêk tê.

Ji ber hin pirsgirêkên locîstîkê, hevdîtinên li Osoyê dê pêk bihata çend caran hatin taloqkirin. Sedema taloqkirina dawî jî rewşahewaya xirab a li Kolombiyayê weke hincet hate nîşandan.

Gotûbêjerê hukûmetê Calle li paytext Bogotayê gava ji bingeya leşkerî derket, bersiv da pirsên rojnamevanan û da zanîn ku ew ji vê hevdîtinê bi hêvî ne.

Serokdweletê Kolombiyayê Manuel Santos ku beriya du salan bû serokdewlet, destnîşan kiribû ku ew ji hevdîtinan re amade ne û ev helwesta Santos, li rastî nerazîbûnên serokdewletê beriya wî Alvaro Uribe hatibû. Farcê jî di meha adarê de ji rêxistinên sivîl re nameyek û da zanîn ku ew ji hevdîtinê re amade ne.

Piştî ku Alfonso Cano di êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, rêberê nû yê Farcê Tîmoşenko weke rêberê nû dabû diyarkirin ku ew ji hevdîtinan re amade ne.

FARC ji sala 1964’an û vir ve li Kolombiyayê têkoşîna jiyanek sosyalîst dide meşandihn. Hikûmeta Kolombiyayê bi hevkariya Amerîkayê hima him li dijî FARC-EP’a ku 18 hezar gerîlayên wê yên çekdar hene, operasyonan li dar dixe