Hevdîtinên Salih Muslim ên li Tirkiyê wê du rojan dewam bikin

Hevdîtinên Salih Muslim ên li Tirkiyê wê du rojan dewam bikin

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku ji bo bi rayedarên Wezareta karên Derve ya Tirkiyê re hevdîtinan bike cara duyemîn e hat Tirkiyê, hat hînbûn ku li Stenbolê ye û wê rojan hevdîtinan bike.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ji bo bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê re hevdîtinan bike, danê sibê ji Hewlêrê hatibû Stenbolê. Hat ragihandin ku Muslim ji vê derê derbasî Enqerê bûye û dîsa li Stenbolê vegeriyaye û wê du rojan li Tirkiyê hevdîtinan bike.

Muslim beriya niha li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû roja 23'ê Tîrmehê hatibû Stenbolê û bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtin kiribû. Muslim der heqê naveroka van hevdîtinan de diyar kiribû ku wan bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtinên girîng kirine û biryar dane di dema pêş de hevdîtinan dewam bikin.