Hevdîtinên şandeya BDP’ê li Başûrê Kurdistanê didomin

Hevdîtinên şandeya BDP’ê li Başûrê Kurdistanê didomin

Hevdîtinên Şandeya BDP’ê ku bi vexwedina berpirsê Karê Derve yê YNK’ê Mele Bextiyar hat Başûrê Kurdistanê, li Silêmanî dewam dikin.

Şandeya BDP’ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlamenterê Wanê Nazmî Gur û nunerê BDP yê Hewlêrê Cemal Coşkûn pêk tê.Şande li Silêmaniye bi berpirsê Karê Devre yê YNK'ê Mele Bextiyar, endama Polîtburo ya YNK'ê hevjina Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî Hêroxan re hevdîtin pêk anî.

Şandeya BDP’ê ku ev çend rojin li Başûrê Kurdistanê bi rayedarên partiyan re hevdîtin pêkanîbûn, duh jî li mala hevjina Celal Talabanî bi rayedarên YNK’ê Berpirsyarê Karên Derve ê YNK’ê mele Bextiyar û endama polîtburo ya YNK’ê hevjina Celal Talabanî Hêroxan re hevdîtin pêk anîn.

Şandeya BDP’ê ku bi xwe re hîn diyarî anî bû, radestî Mele Bextiyar kir. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat li darxistin. Hevdîtinê saet û nîvekê berdewam kir. Piştî hevdîtinê şandeya BDP û rayedarên YNK’ê li mala Hêroxan bi hevre xwarin xwarin. Piştî xwarinê Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Nazmî Gur û Mele Bextiyar derketin pêş çapemeniyê û li ser hevdîtinê daxuyanî dan. Piştre çûn bajarê şehîdan Helepçeyê. Li vê derê li gel Nûnerê YNK’ê Cemîl Hewramî re hevdîtin çêkirin.

Şandeya BDP’ê piştî serdana Helebçeyê çû ser goristana Şehîdan û gul danîn ser sembola goristanê. Piştre heyet vegeriya bajarê Silêmaniyê û di saetên şevê de hin hevdîtin din çêkirin.

Şandeya BDP’ê li hotela High Crest bi Parlamenterên parlemena Iraqê Ala Talabanî û Halit Şiwanî Kerkûkî re hatin gel hav. Dûre şandeya BDP’ê  li gel endamên PÇDK’ê Vahap Abdullah û Mihamed Abdullah hevdîtin çekir û şûnde, bi endema polîtbûroya Yekgirtuya Îslamî Ebubekir Elî û Ebubekir Alaadin re hevdîtin çêkkir.

Piştî hevdîtinê Selahattin Demîrtaş bersiv da pirsên rojnamevana. Demîrtaş destnîşan kir ku operasyonên nelirê û bertîlê yên li Tirkiyê pêk hatin di dîroka Tirkiyê de operasyona herî mezin a li dijî nelirêtî û bertîlê ye. Demîrtaş got, “Tişta ku ji bo me giring ew bû ku niha aliyên cidî yê diziyê diyar bûne. Divê hesabê vê yekê bê pirsîn.  Di welatekî wekî Tirkiyê bi hezaran kes birçî, zarokên wezîran û burokratan bi milyaran dolar birine. Ev ne tiştekî ku bê pejirandine. Ev tiştekî ku hevsengiyên siyaseta Tirkiyê li binê guhê hev bixin e. Li Tirkiyê pêwistîya bi siyaseteke paqij ya alternatîf heye. Ew jî di bin pêşengtiya BDP û HDP’ê de dikare pêş bikeve.”

Şandeya BDP’ê wê îro biçe Qendîlê. Tê payîn ku şanda bi rayedarên KCK’ê re hevdîtinê pêk bîne.