Piştî ku Rûsyayê ragihand ku ew ê firotina çekan bo Sûriyeyê rawestîne, vê yekê hêviyek da muxalîfên Sûriyeyê. Muxalîfên Sûriyeyî li Moskowê dest bi hin hevdîtinan kirin, lê belê hêviyên wan şkestin. Piştî ku aşkere bû ku Rûsyayê fîloyek ji 11 keştiyên şer pêk tê şandine peravên Tartûsa Sûriyeyê, êdî hêviya ku dihat kirin ku dê Moskow êdî piştgirî nede Esad pûç bû.
Alîkarê Serokê Ajansa Hevkariya Teknolojî ya Leşkerî ya Rûsyayê Vyacheslav Dzikaln di daxuyaniya weşand de ragihand ku ev keştî ji bo parastina hewayî ya Sûriyeyê ne û helîkopterên êrîşê hildigirin.
Dzikaln bal kişand ser daxuyaniya Rûsya ya der barê firotina çekan bo Sûriyeyê de jî û got ku dê tenê bi armancên parastinê dê çek û teknolojiya leşkerî bo rejîma Sûriyeyê bên transferkirin. Dziklan ragihand ku Koçika Spî ji vê yekê haydar e û tu gumanek wan jî tune ye.
Di saeta ku rayedarê Rûs Dzikal ev daxuyanî dida de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi bi muxalîfên Sûriyeyê re hevdîtin pêk dianî. Tê diyarkirin ku Lavrov bi aşkereyî di vê hevdîtinê de ragihandiye ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo rejîma Esad bi temamî qut nekin.
Lavrov di daxuyaniya piştî hevdîtinê da de, xwest muxalîf jî û hikûmet jî tundiyê rawestînin û got ku divê gelê Sûriyeyê bi xwe dahatûya welêt diyar bike.
Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê Ebdulbasit Seyda jî di daxuyaniya da rojnamevanan de diyar kir ku heta niha jî Rûsya dibêje qey dê bê çûyîna Esad jî aşitî pêk bê.