Hevkarek ê Naziyan ê ku weke berpirsê kuştina 15 hezar cihûyên di kampên 1941-44 li Macerîstanê de tê dîtin hat girtin.
Laszlo Csatary ê ku di dema şer de li Kosiceya li ser sînorê Slovakyayê şeftiya polîsan dikir, ev 17 sal bûn li Bûdapeşteyê dijîya, di daîreya xwe de hat girtin.
Endamê naziyan Csatary, di îfadeyên xwe yên destpêkê de hemû tawanbarkirinên li hemberî xwe red kir û diyar kir ku wî hin çalakiyan di çarçoveya fermanan de pêk aniye. Dadgehê biryara girtina Csatary da û ew xist hepsa malê, pasaporta wî jî hat desteserkirin.
Csatary di sala 1948’ê de li Çekoslovakyayê bi mirinê hatibû mehkûmkirin. Csatary di vê demê de reviya Kandeayê. Heta sala 1955’ê li vir jiya û nehat naskirin. Piştî ku ji aliyê Navenda Simon Wiesenthal ve hat dîtin, vegeriya welatê xwe Macerîstanê.
Piştî ku 17 salan li paytext Bûdapeşteyê xwe veşart, di îlona borî de rayedarên Macar der barê Csatary de biryara lêpirsînê dan û ew xistin bin çavdêriya polîsan.
Csatary, di gettoyên Cihûyan ên li Kosiceyê bi zalimtiya xwe dihat naskirin. Li gorî îfadeyên kesek ji van gettoyên Cihûyan rizgar bûne, Csatary kî dîtiba bi qemçiyan lê dixist. Divê demê de Csatary 15 hezar Cihû şandin kampên miriyan.