Hevseroka BDP'a Elkê Vahide Erdem hat binçavkirin

Hevseroka BDP'a Elkê Vahide Erdem hat binçavkirin

Hevseroka Rêxistina BDP'a Elkê Vahide Erdem li Navçeya Cizîrê hat binçavkirin.

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Elkê ya Şirnexê Vahide Erdem û birayê wê Îbrahim Erdem li navçeya Cizîrê dema li parkê rûniştibûn ji aliyê polîsên sivîl ve hatin binçavkirin. Erdem birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Îbrahim Erdem piştî demekê serbest hat berdan, lê hevseroka BDP'ê ya Elkê Vahide Erdem şandin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.