Hevseroka PYD'ê dê ji ber ewlekariyê îşev li Mêrdînê be

Hevseroka PYD'ê dê ji ber ewlekariyê îşev li Mêrdînê be

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah û heyeta pê re ku bi hinceta "destûra pêwîst nîne" li deriyê sînor ê Dirbêsiyê yê navçeya Mêrdîn Qoserê hat rawestandin, nekarî vegere Rojava. Ebdûllah û heyeta pê re, ji ber astengî û ewlekariyê, dê îşev li Mêrdînê bin.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah û heyeta pê re ku li ser vexwendina BDP û KCD'ê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê de hat Amedê, lê piştî serdana xwe ya du rojan di rêya vegerê de li ser sînorê Dirbêsiyê yê navçeya Mêrdîn Qoserê bi hinceta "destûra pêwîst nîne" hatin astengkirin. Walîtiya Mêrdînê û Wezareta Karên Hundir zor dan Ebdûllah û heyeta pê re ku di herêma ne ewle ya bi navê herêma 81. de derbasî Rojava bibin. Li ser astengiay rayedarên Tirk, heyeta ji Rojava da xuyakirin ku ewê îro venegerin û ji ber ewlekariyê îşev li Mêrdînê bimînin.

Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê der barê mijarê de agahî da û got, "Hevseroka PYD'ê û heyeta pê re çawa hatibin dê bi heman rengî vegerin. Eger nêzîkatiya hikûmetê ya li Hevseroka PYD'ê û heyeta pê re bi vî rengî dewam bike, em jî weke rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê dê çalakiyên pêwîst lidar bixin. Eger dewlet bi vî rengî dewam bike, emê bi deh hezaran kesan Hevseroka PYD'ê û heyeta pê re oxir bikin." 

Kaymaz da xuyakirin ku Kurdên li Rojava jî ji bo Hevseroka PYD'ê hatine ser sînor û got, "Li Rojava PYD ji bo me vîneke. Kes nikare vîna me bişkîne."