Hevseroka PYD'ê vegeriya Rojava

Hevseroka PYD'ê vegeriya Rojava

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û heyeta pê re, ku ji ber astengiya rayedarên Tirk nekarî duh vegerin, îro ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiya Qoserê derbasî Rojava bûn.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û heyeta pê re ku li ser vexwendina BPD'ê ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çû Amedê û piştî gera 2 rojan hewldan ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiya navçeya Mêrdîn Qoserê derbasî Rojava bibin, bi hinceta "destûra pêwîst nîne" rastî astengiya rayedarên Tirk hatin. Heyet îro danê sibê careke din hat Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê.

Li gel Ebdullah û heyeta pê re, Hevserokên KCD'ê Ehmed Turk û Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşad Kaymaz û Şaredarên herêmê amade bûn.

Ebdullah û heyeta pê re, piştî kar û barên li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê vegeriyan Rojava.