Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û got, "Di şûna ku ji bo aştî û aramiyê were dîtin, bikaranîna ol ji bo berjewendî û desthilatdariyê, xerabî û zîleta herî mezin e. Bawerî û ol, mîna ku dema nû derketin, ziman û afirînerên aştî û aramiyê ne."
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna qurbanê ya gelê Kurd û cîhana Îslamê pîroz kir. KCK'ê di peyama xwe de xwest, ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya Cîhanê û diyar kir ku Rojhilata Navîn a dergûşa mirovahiyê ye, îro veguheriye erdnîgariya şer û mirinê.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku li vê axa lê maf, edalet û çanda wekheviyê şîn bû îro neheqî, bêedaletî û newekhevî heye û got, "Rojhilata navîn a ji bo mirovahiyê hemû heqîqet û bedewî afirandiye, ji ber fîtneya netewe-dewlet û neteweprestiya modernîteya kapîtalîst bûye cihekî lê nayê jiyîn.
Li vê cografya ku bîr, bawerî û ol lê derketin holê, hewl tê dayîn bi fîtneya neteweperestî û netewe-dewletî ol bibe navgînek ji xerabiyan re. Di şûna ku ji bo aştî û aramiyê were dîtin, bikaranîna ol ji bo berjewendî û desthilatdariyê, xerabî û zîleta herî mezin li olan e. Bawerî û ol, mîna ku dema nû derketin, ziman û afirînerên aştî û aramiyê ne.
Bi hêviya ku gelê me û tevahiya mirovahî bigihêje aştî, biratî, jiyaneke azad û demokratîk em careke din cejna qurbanê pîroz dikin. Hêvîdarin ku ev cejn wê bibe wesîleya aştî, aramî, biratî, jiyana azad û demokratîk a ji bo Rojavayê Kurdistanê û tevahiya gelê me."