Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li Tirkiyeyê ye

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li Tirkiyeyê ye

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim ji bo hevdîtinê çû Tirkiyeyê. 

Hat ragihandin ku Hevserokê PYD’ê Muslim vê sibê ji Hewlêrê bi balafirê çûye Stenbolê. Di vê serdana duyemîn a Muslim de, tê payîn li Enqereyê bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtin bên kirin.
 
Muslim di 23 Tîrmehê de li ser daxwaza Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu çûbû Tirkiyeyê û bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtin çêkiribû. 

Muslim dabû xuyakirin, ku berê du caran li Qahîrê bi rayedarên Tirk re hevdîtin kirine.