Hevserokên BDP'ê ji bo Ernarîncî sersaxî xwestin

Hevserokên BDP'ê ji bo Ernarîncî sersaxî xwestin

Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, ji bo Halîs Ernarîncî, peyama sersaxiyê weşandin.

Hevserokan gotin, "Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku hevalê me yê rêzdar ê têkoşînê, Hevserokê me yê Mersînê Birêz Halîs Ernarîncî wefat kiriye. Em dibêjin; rehma Xwedê lê be û serê xizmên wî û tevahiya gelê me sax be. Bîranîna wî, wê di têkoşîna me de bijî."